ÎHD: Divê Demîrtaş demildest were berdan 2020-12-25 13:24:48 ENQERE - ÎHD bang li rayedarên dewletê kir ku biryara DMME ya Demîrtaş bi cih bînin û wiha got: “Tirkiye alîgirê PMME ye, li gorî xala 90’emîn a Destûra Bingehîn, rayeya daraze ya DMME qebûl kiriye. Ji ber wê yekê divê Selahattîn Demîrtaş demildest were berdan.” Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî biryara berdanê ya Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş de daxuyaniyeke nivîskî weşand.    ÎHD’ê, da zanîn ku DMME hemû axaftin û çalakiyên Demîrtaş yek bi yek lêkolîn kiriye û wiha got: “DMME ji derveyî biryara xwe, biryara binpêkirina azadiya raman a Demîrtaş jî da. DMME, ji derveyî binpêkirinan diyar kir ku Demîrtaş bi armancên siyasî hatiye girtin.”    ERDOGAN Û SOYLÛ XALA 138’EMÎN YA DESTÛRA BINGEHÎN BINPÊ DIKIN   ÎHD’ê, diyar kir ku gotinên Erdogan û Soylû yên derbarê biryara DMME ya Demîrtaş de binpêkirina xala 138’emîn a Destûra Bingehîn e.   'BILA DEMÎRTAŞ BÊ BERDAN'   ÎHD, destnîşan kir ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û wiha got: “Tirkiyê li gorî xala 90’emîn a Destûra Bingehîn, rayeya daraze ya DMME qebûl kiriye. Li gorî xala 46’emîn ya PMME’yê welatên ku alîgirên peymanê ne mecbûrin ku biryarên DMME bi cih bînin. Ji ber vê yekê divê Selahattîn Demîrtaş demildest were berdan. Ji bo ku hemû biryarên DMME werin bicihanîn, em meqamên darazê hemûyan vedixwînin ku li gor qanûn û Belgeya Etîk a Daraza Tirk tevbigerin.”