Serdanên HDP’ê yên li Wanê didomin 2020-12-25 16:10:47   WAN - Şandeya HDP’ê ya ku Parlementerê HDP’ê Sezaî Temellî jî di nav de, serdana esnafên Sîteya Organîze ya Pîşesaziyê kir.    Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Wanê serdanên xwe bo esnafan didomîne. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm danîn şûna wî jî di nav de serdanên xwe yên ku duh dan destpêkirin îro jî li navçeya Tûşbayê domandin. Şandeya HDP’ê çûn serdana esnafên li Sîteya Organîze ya Pîşesaziyê û li pirsgirêkên esnaf pê re rûbirû mane guhdar kirin.    Şande çû serdana Serokatiya Koperatîf a Sîteya Pîşesaziyê û asta qeyrana aborî ya li welat axivîn. Şandeyê esnafên li Sîteyê yek bi yek ziyaret kirin.   SERDANA TUHAY-DER'Ê KIRIN    Şande dûre çû serdana Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Hikumxwarî û Girtiyan (TUHAY-DER) a Wanê û derbarê çalakiya greva birçîbûnê ku girtî ji bo tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bê rakirin dan destpêkirin de agahî girtin.