ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-26 09:00:22 *  Piştî ku PTT'ê beriya sersalê kampanyaya daşikandinê da destpêkirin, kar û barê xebatkaran jî giran bû û xetereya ku bi şewbê bikevin jî zêde bû. Xebatkarên PTT'ê ji welatiyan xwestin ku heya ne mecbûrî be bi rêya kargoyê danûstandinê nekin.  * Esnafên ku di şert û mercên pandemiyê de karê wan nabe, ji bo pakêta alîkariyê ya hikûmetê diyar kirin ku têr nake û xwestin bac bê kêmkirin.    * Pisporê Klînîk Mîkrobiyolojî û Nexweşînên Enfeksiyonê Dr. Mûstafa Torûn, diyar kir ku derziyên ku dê bên Tirkiyeyê kêm in û got: "Heya ji sedî 60-70'yê civakê neyê derzîkirin ne mimkun e ku şewb têk biçe."    * Endamê OHD'ê Parêzer Mûhyîttîn Mûgûç, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bang li Wezareta Dadê kir û got: "Bila mewzûatên derbarê girtîgehan de pêk bên."    * Di sala 2020'an de şewba vîrûsa corona li hemû cîhanê belav bû. Li gel şewba vîrûsê jî dîsa şerê navbera welatan bi dawî nebû. Ji ber şer koçberî zêde bû, bi deh hezaran mirov di şer de mirin, bi sed hezaran mirov koçber bûn.    * Zekî Tosûn ku di Komkujiya Roboskiyê de kurê wî Mehmet Alî Tosûn hat kuştin, ji bo ji bîr neke, nede jibîrkirin li hemberî goristanê xanî çêkiriye û her roj di derî û paceyan de lê dinêre. Dê û bav gava kar û barekî wan tune be, diçin goristanê bêhna xwe vedidin û dua dikin.    *  Dîwarê bi dirêjahiya xwe 12 kîlometre ku Amedê dike du şeq, hat devera ku Semta Ofîsê û navçeya Rezanê ji hev diqetîne. Piştî dîwar hat lêkirin cihê çûnhatina amediyan jî guherî.    * Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kir ku biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de, dê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pir girîng be û dê tu fêdeya helwesta îqtidarê ji bo Tirkiyeyê tune be.    * Dayikên Şemiyê, wê çalakiya xwe ya di heftiya 822'emîn de,  ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser medya civakî onlîne li dar bixin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, wê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" a hefteya 620'emîn û Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî wê bi heman daxwazan li ser înternetê onlîne li dar bixin. (12.00-13.00)   * Komîsyonên girtîgehan ên Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Enqereyê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, wê çalakiya xwe ya 456'emîn a "Rûnişta F" li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar bixin. (13.30)