Amedê kirin du şeq! 2020-12-26 09:07:32 AMED - Dîwarê bi dirêjahiya xwe 12 kîlometre ku Amedê dike du şeq, hat devera ku Semta Ofîsê û navçeya Rezanê ji hev diqetîne. Piştî dîwar hat lêkirin cihê çûnhatina amediyan jî guherî.    Midûriyeta Xeta Tirênê, bi hinceta pêşî li ber qezayan bigire li dor rêya trênê dîwar lê dike û bi vî dîwarê lê dike Amedê kiriye du şeq. Çendî ku şêniyên bajêr vî dîwarî qebûl nakin jî, midûriyet dîwar lê dike. Dê dîwarekî 12 kîlometre dirêj bê çêkirin û heya niha yê hatiye çêkirin Semta Ofîsê û navçeya Rezanê ji hev veqetandiye. Ji ber vê welatî rêya xwe ya çûnhatinê diguherînin û heya derbasî wî aliyî dibin, rêyeke dirêj dimeşin.    Amediyan projeya heyî şibandin girtîgehê û xwestin bihurek bê çêkirin.    EMRÊ WÊ SALEKE    Welatiyê bi navê Omer Çetînkaya ku mala wî li navçeya Rezanê ye, anî ziman ku projeya tê çêkirin projeyeke bêxêr e û heyfa mesrefa tê kirin. Çetînkaya, bilêv kir ku teqez dê welatî ji xwe re rêyeke din bibînin û dîwarê hatiye çêkirin jî temenê wî salek e. Çetînkaya, bal kişand ser mirovên extiyar û nexweş û destnîşan kir ku welatî ji bo ku derbasî wî aliyê bajêr bibin herî kêm divê bi qasî kîlometreyekê bimeşin.    LI HER DU ALIYAN JÎ DIBISTAN HEYE    Mûstafa Sari jî anî ziman ku li her du aliyên rê jî dibistan hene û xwendekar tim di vê rêyê de diçin dibistanê, lewma pêdivî bi bihurekê heye.    ‘BÊWATE YE'    Mehmet Îkram jî anî ziman ku mala wî li navçeya Rezanê ye, lewma tim di vê rêyê de diçe û tê. Îkram, destnîşan kir ku projeya tê çêkirin bêwate ye û nerazîbûna xwe nîşanî îdiaya midûriyeta xeta trênê da ku dibêje ji bo pêşî li ber qezayan bê girtin tê çêkirin. Îkram, bilêv kir ku hesinên trênê ji zû de tên bikaranîn û 40 sal in li vir dijî, lê belê heya niha nedîtiye ku qezayek çêbûye.    ŞIBAND GIRTÎGEHÊ    Welatiyê bi navê Ramazan Ozel jî projeya navbirî şiband girtîgehê. Ozel, destnîşan kir ku heya niha li vê derê nebûye şahidê qezayekê jî. Ozel, diyar kir ku 65 salî ye û bi vê projeyê rê dirêj bûye, lewma divê bihur bên çêkirin.    MA / Cahît Ozbek - Eylem Akdag