Aydin: Pêkanîna biryara DMME'yê dê ji bo demokrasiyê pir girîng be 2020-12-26 09:07:35 AMED - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, diyar kir ku biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de, dê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pir girîng be û dê tu fêdeya helwesta îqtidarê ji bo Tirkiyeyê tune be.    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş de nirxand.   DARAZ NE SERBIXWE YE    Aydin, destnîşan kir ku heger îqtidar pişt vê biryarê dev ji helwesta xwe ya bêhiqûqî bernede, dê Tirkiye bi encamine giran re rû bi rû bimîne. Aydin, anî ziman ku îqtidar ji bo îqbala xwe ya siyasî hemû mewzûatên qanûnî dieciqîne û serobino dike. Aydin got: "Bi vê biryarê nîşan dide ku li vî welatî ewlehiyay tu kesî tune ye. Ev biryara DMME'yê, hinceta rexneya me ye ku em bi salan dibêjin daraz di bin nîrê vesayetê de ye. Yanî ev nîşaneya vê yekê ye ku îqtidar û daraz bi hev re bi awayekî senkronîzeyî dixebitin."    DÊ JI BO TIRKIYEYÊ BIBE DESTKEFTIYEK E    Aydin, destnîşan kir ku heger ev biryar pêk bê dê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê bibe destkeftiyek. Aydin, bilêv kir ku dê tu fêdeya helwesta îqtidarê ya li diî DMME'yê li Tirkiyeyê nebe û got: "Ev helwest belkî ji bo demeke kurt bi kêrî îqtidarê bê. Lê belê ji bo demeke dirêj dê zirareke mezin bide aborî, rewşa civakî û maf û azadiyên bingeîn."    'LI TIRKIYEYÊ DARAZ TUNE YE'    Serokê Baroyê Aydin, anî ziman ku êdî mudaxileya îqtidarê ya li biryarên darazê veguheriye rîtuelekê û got: "Li Tirkiyeyê êdî daraz nemaye. Êdî tu wateyek wê tune ye ku em li ser serbixwebûn û bêalîbûna darazê biaxivin. Ev yek divê ji pergala HSYK'ê ve bikeve ber lêpirsînê. Her wivê mirov li awayê hilbijartina mensûbên bilind ên darazê binere. Li welêt tenê birêvebirin heye. Ji lewra qanûnçêkirin jî bi piranî hatiye baypasskirin. Rejîma yekzilamî heye. Tu fêdeya van guherînan li welatiyan nabe. Lewma heya îqtidar nebêje temam tu dadgeh û dadgereke tune ye ku vê biryarê pêk bîne."