Ji Arslanê berasteng 23 sal in agahî nayê girtin 2020-12-26 11:55:58   AMED – Li Amedê xizmên windayan û endamên ÎHD’ê, aqûbeta Resûl Arslan ku ji sala 1997’an ve agahî jê nayê girtin pirsîn.    Li Amedê, xizmên windayan û endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” di hefteya 620’emîn ji ber sînordarkirinên pandemiyê bi awayekî online li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Resûl Arslan ku ji sala 1997’an ve agahî jê nayê girtin hat pirsîn.    CAREKE DIN AGAHÎ JÊ NEHAT GIRTIN   Çîroka windabûna Arslan Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Ercan Yilmaz vegot. Li gorî vegotina Yilmaz; di meha hezîranê ya sala 1997’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di navbera PKK’î û leşkeran de pevçûneke dertê û di kêliyên ku pevçûn didomem de Arslan ku berastengê mêjî ye ji malê dertê û careke din agahî jê nayê girtin.     Yilmaz, destnîşan kir ku cerdevanên ku tevlî pevçûna di navbera PKK’î û leşkeran bûne de gotine ku di pevçûnê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê yeke malbata Arslan guman dike ku kurê wan di nav van 7 kesan de be.    Malbata Arslan ji vê demê ve agahî ji kurê xwe nagire.