Çalakiya greva birçîbûnê mehek li pey xwe hişt 2020-12-26 12:31:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê mijdarê de ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger mehek çalakiya grevê li pey xwe hiştin.    Çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehan didome. Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin li Girtîgeha tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîedê de û niha ne bi malbatê re û ne jî bi parêzerên xwe re nikare hevdîtin bike. Ji hemû mafê xwe yê siyasî û civakî bêpar hatiye hiştin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe girtiyên siyasî mehek e di greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger de ne.    Piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir, kom bi kom des bi grevê kirin û her komek 5 rojan ketin grevê. Li Girtîgeha Tîpa F a Kandira ya Kocaelî Hevseroka DBP'ê ya berê Sabahat Tuncel, Parlamentera HDP'ê ya berê Çağlar Demirel û Hevşaredara Dersimê ya berê Nurhayat Altun tev li çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.