ÎHD: Kaygûsûza 62 salî ya di koma xeternak de berdin 2020-12-26 14:53:17   STENBOL – Endamên ÎHD’ê, di çalakiya xwe ya “Rûniştina F” de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Dûrî Kaygûsûz ê 62 salî û daxwaza berdana wî kirin.    Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin, di hefteya 457’emîn de ji ber bergiriyên vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xistin. Parastvanên mafê mirovan di çalakiya xwe de bal kişandin ser rewşla girtiya nexweş Dûrî Kaygûsûz (62) ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dimîne.    Endamê komîsyonê Taylan Bekîn, daxuyaniya xwe ku amade kiribûn xwend û diyar kir ku girtîgeh ji bo girtiyên nexweş ne ewle ne û wiha got: “Ji ber bergiriyên paqijiyê ku nayên girtin û şertên girtîgehan xetereya girtiyan a nexweşînê ketine zêde dibe. Pirsgirêkên xwe gihandina tedawiyê dibe sedema mirina girtiyan.”   ASTENGKIRINA TEDAWIYÊ   Piştî van nirxandinên xwe Bekîn, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Dûrî Kaygûsûz ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dimîne û derbarê rewşa wê de ev tişt gotin: “Bi awayekî giran nexweşînin wê yên dil, şekir û tansiyonê hene. Girêdayî van nexweşînan pirsgirêka wê ya dîtinê jî heye. Her wiha di pêsîra wê ya aliyê çepê de perçeyek goşt heye û ev jî dibe asteng ku milê xwe yê aliyê çepê bi kar bîne. Lê ji ber pandemiyê tedawiya wê nayê kirin.”   ‘EM BI GUMAN IN’    Piştî Bekîn, kurê Kaygûsûz Azad Kaygûsûz, derbarê barê rewşa bavê xwe de axivî û agahî dan: “Ji bo kontrolên wê bên kirin timik diçe nexweşxaneyê. Dema çûn û hatinê bergiriyên pêwîst ên vîrûsa koronayê ji bo wê nayên girtin. Her wiha ji bo çûn hatineke wê 14 roj qarantîna datînin ser. Pêkanîna qarantînayê rewşa dayika min girantir dike. Ji ber vê naxwaze biçe nexweşxaneyê û tedawiya wê nayê berdewamkirin. Em ji jiyana dayika xwe bi guman in.”   TALOQKIRINA CEZA   Piştî axaftina kurê wê Bekîn careke din axivî û diyar kir daxwaz kirine hemû astengiyên li pêşiya Kaygûsûz û hemû girtiyan bên rakirin û girtî bêpirsgirêk xwe bigihînin tedawiyê. Bekîn bang li rayedaran kir ku cezayê girtiyên nexweş ên di koma xeternak de bên taloqkirin û bi rêya tehliyeyê bên berdan.