Hunermend Nûrşanî hat veşartin 2020-12-26 15:47:51   STENBOL – Hunermend Engîn Nûrşanî ku li nexweşxaneyê tedawiya penceşêra qirikê didît û duh jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.    Hunermend Engîn Nûrşanî ku duh li nexweşxaneyê lê tedawiya penceşêra qirikê didît jiyana xwe ji dest da. Ji bo Nûrşanî li Mala Cemê ya Sarigaziyê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de hevjîna Nûrşanî, Dîlek Nûrşanî, Dayika wî Angelîka Ayhan û Bavê wî Aşiq Alî Nûrşanî serxweşî qebûl kirin. Erdal Erzîncan û Latîf Dogan jî di nav de gelek hunermend beşdarî merasîmê bûn. Piştî merasîma li Mala Cemê Erdal Erzîncan û hunermend ji bo Engîn Nûrşanî stran gotin. Nûrşanî, li Goristana Yenîdogan a li navçeya Sancaktepeyê ya Stenbolê hat veşartin.