Bersûcê êrişa zayendî bi hinceta ‘şewbê’ tehliye bû 2020-12-26 16:28:52   STENBOL – Cafer Yilmaz ku li hemberî keç û nebiya xwe êrişa zayendî pêk anîbû, bi hinceta ‘şewbê’ tehliye bû.     Cafer Yilmaz ku ji ber li hemberî keç û nebiya xwe êrişa zayendî pêk anîbû hatibû girtin, beriya 2 rojan bi hinceta ‘şewbê’ tehliye bû. Parêzer û malbata Yilmaz jî tehliyebûna wî piştrast kirin. Rêxistinên jinan û parêzerên fermînîst amadekarî dikin ku li dijî berdana Yilmaz çalakiyan li dar bixin.