ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-27 09:01:50   * Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 21 sal in di tecrîda giran de dijî. Tecrîda 21 sal in li Îmraliyê didome, li hemû Tirkiyeyê belav bû. Li aliyê din ji bo tecrîd bi dawî bibe li gelek welatên ewropa û cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Girtiyên siyasî li dijî tecrîdê 31 roj in di greva birçîbûnê de ne.    * Parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu diyar kir ku piştî Komkujiya Roboskî bazirganiya sînor bi temamî qediyaye û şêniyên gund li dijî spartina “ya koçberî ya jî cerdevanî” li ber xwe didin.    *Şehrîban Zûgûrlî ku du caran lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, diyar kir ku lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyeyê ye û Parêzer Berîvan Tûranê jî destnîşan kir ku ji bo ev rêzikname bê betalkirin divê serî li Şûraya Dewletê bê dayîn.    *Hiqûqnas Hasîp Kaplan, anî ziman ku heger Tirkiye biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de pêk neyne, dê her kêliya ku di ser vê biryarê re derbas bibe wekî "sûcê îşkence û binpêkirina azadiyê" li ber navê wê bê nivîsandin û got: "Ev, hem di warê neteweyî hem jî di warê navnetewyî de sûc e."    *Dayik Hediye Encu ku kurê wê Şivan Encu yê 16 salî di 28'ê Kanûna 2011'an di Komkujiya Roboskiyê de hat kuştin, kurê wê Sînan jî piştî komkujiyê bi 7 salan di rojeke çarşemê ya meha Kanûnê de jiyana xwe ji dest daye.    *Şîvekar Ataş ku daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê bûye, got: "Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam dike."    * Li Wanê ji ber ku xetên zer ên peyarêyan di bin berfê de mane û şematokî bûne, welatiyên berasteng zehmetiyê dikişînin. Berastengan diyar kir ku hepsî malê bûne û xwestin ev xetên zer ên peyariyan ku şematokî bûne bên helkirin.    * Nivîskaran anî ziman ku ji ber ku Erdogan dizane dê Ewropa wî neqewirîne dibêje 'biryara wan me eleqedar nake" û bal kişandin ser tifaqa demokrasiyê û rêxistnbûyîna li dor vê tifaqê.    * Wezareta Karên Navxweyî, derbarê malbatên kesên ku di sala 2011'an de li Kastamonûyê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabûn de, bi îdiaya "zirar gihaştiye malê cemaweriyê" doz vekir û xwest malbat 119 hezar û 433 TL tazmînatê bidin.    * Firat Fîdan ku li bajarên cuda 3 caran hatiye binçavkirin û polîsan gef lê xwariye, serî li ÎHD'ê da û giliyê polîsan kir.