Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan 2020-12-27 09:13:15   ROBOSKÎ - Dayik Hediye Encu ku kurê wê Şivan Encu yê 16 salî di 28'ê Kanûna 2011'an di Komkujiya Roboskiyê de hat kuştin, kurê wê Sînan jî piştî komkujiyê bi 7 salan di rojeke çarşemê ya meha Kanûnê de jiyana xwe ji dest daye.    Dayik Hediye Encu ku kurê wê Şivan Encu yê 16 salî di 28'ê Kanûna 2011'an di Komkujiya Roboskiyê de hat kuştin, kurê wê Sînan ê 19 salî jî di 18'ê Kanûna 2018'an de di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.    BERAMBERIYA KÎLOYEKE ŞEKIR TONEK BOMBE    Dayik Encu, anî ziman ku kurê wê Şivan di temenekî biçûk de ku hîn nasnameya wî bêwêne bû hatiye kuştin û got: "Ji bo lênûskekê bikire çû. Lê ma meriv ji bo du teneke mazot, du kîlo şekir, du kîlo çayê dikuje?"   Encu, bilêv kir ku li her derê Roboskiyê qereqol hatine çêkirin û li vê derê fabrîkeyek, qadeke karî tune ye ku pê debara xwe bikin û nerazîbûna xwe ya ji bo kuştina kurê xwe bi van hevokan anî ziman: "Du teneke mazot, du kîlo çay hebû. Dê 50 lîre ji xwe re qezenc bikira. Dê bi wî jî ji xwe re tiştên dibistanê bikiriya. Diçû pola heştan. Dewletê nehişt bixwîne. Ev çi edalet e?"    Encu, da zanîn ku kurê wê Sînan jî wesayîta hevjînê xwişka xwe bi emanetî jê stendibû, lê belê pê qeza kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Encu got: "Danê êvarî bû. Got, 'Ez ê biçim cem xwişka xwe.' Paşê xebera wî hat, gotin 'Sînan qeza kiriye.' Ez negihaştimê..."    Piştî ku her du kurê dayika Hediye Encu jiyana xwe ji dest dane, êdî kesekî alîkariya wê û debara wê bike nemaye û lewma niha li cem keça xwe ya zewicandî Leylayê dimîne.    MA / Sedat Yilmaz