‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike' 2020-12-27 09:15:19   AMED - Şîvekar Ataş ku daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê bûye, got: "Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam dike."    Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Kanûnê ve didome. Îro dê koma 7'emîn çalakiyê dewr bigire.    Şîvekar Ataş ku di sala 2018'an de li Girtîgeha Sîncan a Jinan tevli çalakiya greva birçîbûnê bûbû, li Girtîgeha Bakirkoyê di nav koma sêyem a çalakiya greva birçîbûnê ya niha didome de jî cih girtiye. Ataş ku duh na pêr telefonî malbata xwe kir, silavên xwe ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne şandiye. Ataş, di aaxaftina xwe de destnîşan kiriye ku dê dev ji çalakiya xwe bernedin û gotiye: "Heger hûn dixwazin em di sala 2021'ê de bijîn, bibin dengê çalakiyên greva birçîbûnê. Helbet em naxwazin em bimirin, lê belê em dixwazin gelê me jî bibe dengê çalakiya me ku me li dijî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Em silavên xwe li tevahiya zindanan dikin. Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike."    Dayik Rabîa Ataş a 55 salî diyar kir ku armanca girtiyên di greva birçîbûnê bidawîbûna tecrîdê ye û daxwazên girtiyan di cî de ne. Ataş got: "Çawa ku zarokên me telefonî me dikin û malbatên xwe dibînin, Abdullah Ocalan jî divê sûd ji van mafan bigire."    'EM BÊDENG NEMÎNIN'    Ataş, bang li xizmên girtiyan û gelê kurd kir û got: "Ma dê ev bêdengî heya kengî wiha be? Berê jî ketibûn greva birçîbûnê û 8 girtî ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe dawî li jiyana xwe anîbûn. Berî ku bi derengî bikeve, berî ku cenazeyên zarokên me ji girtîgehan bên, divê em bibin dengê wan. Em bêdeng nemînin, em bibin dengê wan."    'NAYÊ DERZÎKIRIN'    Dayik Ataş, diyar kir ku keça wê berê jî ketiye greva birçîbûnê û piştî greva birçîbûnê bi dawî bûye nexweşîna dil lê peyda bûye û ji ber vê mehê carekê divê bê derzîkirin, lê belê ji roja ku pandemî dest pê kiriye derziya wê lê naxin. Ataş got: "Ji dêvla derziyê heb dane wê, lê ew heb jî laşê wê diwerimîne."