Li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye 2020-12-27 10:31:40     COLEMÊRG – Li Colemêrgê ji du leşkerên di bin aşûtê de mabûn yek jê jiyana xwe ji dest da. Ji bo leşkerê winda jî lêgerîn didome.    Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê duh aşût bi ser leşkerên ku rê ji berfê paqij dikirin hat. Du leşker di bin aşûtê de man. Wezareta Berevaniyê ragihand ku ji du leşkerên di bin aşûtê de mane yêk jê jiyana xwe ji dest daye û lêgerîna ji bo dîtina leşkerê din jî dome.