Tanrikûlû: 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn 2020-12-27 13:37:04   ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû têkildarî salvegera 9’emîn a Komkujiya Roboskî daxuyanî da û got: “Ne 9 sal 90 sal jî derbas bibe ew ê berpirsiyar wê hesab bidin.”    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê û Cîgirê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê Sezgîn Tanrikûlû têkildarî salvegera 9’emîn a Komkujiya Roboskî daxuyaniyek nivîskî belav kir. Tanrikûlû di daxuyaniya xwe de kronolojiya ji roja ewil heta niha derbarê Roboskî de qewimiye jî derxistiye û ew li cem malbatên Roboskî ku lêgerîna xwe ya edaletê dodomînin cih digirin. Tanrikûlû destnîşan kir ku nabe ku berpirsiyarên Komkujiya Roboskî ya eşkere hat kirin werin windakirin û got: “Em nebin jî wê zarokên me zarokên me nebin jî wê neviyên me hesabê komkujiya Roboskî bipirsin. Ne 9 sal 90 sal jî derbas bibe ew ê berpirsiyar wê hesab bidin.”