Bi xêzkirina wêneyan piştgirî da greva birçîbûnê 2020-12-27 13:56:31   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdkirinia Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 31'aen de berdewam dike. Li Amedê bi wêneyê çalakgerên rojiya mirinê Kemal Pir, Akif Yilmaz, Mehmet Hayrî Durmuş û Alî Çiçekan ên li dîwaran zeliqandin piştgirî dan greva birçîbûnê.    Girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 31'an de berdewam dike. Çalakiyên piştgiriyê yên ji bo grevê jî didomin. Li Navçeya Sûrê ya dirokî li ser diwarên taxên Alipaşa û Îskenderpaşa nivîsa “Bijî Berxwedana Zindanan” nivîsandin û wêneyên Mazlum Dogan, Kemal Pir, Akîf Yilmaz, Mehmet Hayrî Durmuş û Alî Çîçek zeliqandin û piştgirî dan çalakgerên greva birçîbûnê.