Qurbaniyên Komkujiya Roboskî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn 2020-12-28 08:35:09   ŞIRNEX – Hat diyarkirin ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku wê îro tevlî bernameya bîranîna qurbaniyên komkujiya Roboskî bibe, têkildarî pêvajoya dozê agahiyên girîng parve bike.    Qurbaniyên Komkujiya Roboskî ku di 28’ê Kanûna 2011’an de ji aliyê balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ve hatin qetilkirin dê li gundê Roboskî yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê li ser gorên xwe bên bîranîn. Wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Kemal Bulbll, Alîcan Onlu, Tayîp Temel û Feleknas Ûca tevlî bîranînê bibin.    Pervîn Bûldan di bernameya bîranînê de dê têkildarî pêvajoya dozê agahiyên girîng parve bike.