'Nenaskirina biryara DMME'yê helwesta Komara Mûzê ye' 2020-12-28 09:04:37 STENBOL - Nûnerê partiyên siyasî nenaskirina biryara DMME'ê ya der barê siyaetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş de rexne kirin û anîn ziman ku nenaskirnina biryara DMME'ê helwesta Komara Mûzê ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22'ê kanûnê de der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş de biryar da ku Tirkiye wî serbest berdin. Piştî vê yekê parêzeran serî li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dan. Lê dadgehê serledana pêzeran red kir û berdewama girtina Demîrtaş da. Piştî DMME'ê biryar da, Serokê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî diyar kiribûn ku biryar siyasî ye û dadgehê wan eleqeder nake. Li ser vê yekê dadgehên Tirkiyeyê jî biryara DMME'ê red kir.    TUTAL: HELWESTA KOMARA MUZÊ YE   Berdevkê Hevserokê Giştî yê Partiya Pêşeroja Çep û Keskan Sînan Tutal, anî ziman ku her welatê demokratîk ku peymana navneteweyî imze kiriye divê li gorî biryara DMME'ê tev bigere û wiha got: "Berê jî gelek caran Erdogan serî li DMME'ê da. Erdogan ê berê serî li DMME'ê da, îro wê nas nake. Ev helwesta rejîma otoriter û yek zilamî ye. Eger daraza Tirkiyeyê serbixwe bûya hewce bi DMME'ê nedima. Nenaskirina biryara DMME'e helwesta Komara  Mûzê ye. Divê bi lez siyasetmedar serbest bên berdan."    YUCE: DESTÛRA BINGEHÎN BINPÊ KIRIN   Hevseroka Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP) Canan Yuce jî anî ziman ku bi nenaskirina biryara DMME'ê pir aşkere Destûra Bingehîn binpê kirin û wiha got: "Tirkiye peymana hiqûqê ya navneteweyî îmze kiriye. Bi nenaskirina biryarê peymana navneteweyî binpê kirin. Biryarên DMME'ê aşkere dibêje divê daraza Tirkiyeyê pêk bîne. Serokê AKP'ê Erdoğan û Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî vê yekê baş zanin. Bi neqebûlkirina biryara DMME'ê Destûra  Bingehîn û biryara  hiqûqa navneteweyi binpê dikin. Piştî biryara DMME'ê Erdogan ferman da darazê. Erdogan ferman da darazê û got “Hûn nikarin terorîstekî serbest berdin" Ev helwesta AKP-MHP'ê raste rast dijminantiya Kurdan e. Divê hêzên demokrasiyê li dijî vê yekê tekoşînek hevpar pêş bixin."    AKDENÎZ: BIRYAR BEROVAJÎKIRINA RASTIYAN E   Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz jî anî ziman ku piştî biryara  DMME'ê dozên li Demîrtaş hatin vekirin tev siyasî ne û wiha got: "Biryar berovajîkirina rastiyan e. DMME'ê der barê Demirtaş de berê jî biryar dabû. Piştî biryara DMME'ê bloka îqtîdarê li ser darazê zextên siyasî pêş xist. Erdogan biryarên dadgehê yên tê hesabê wî nas dike, yên nayê hesabê wî nas nake. Berê wî û hevalên xwe serî li DMME'ê dabû. Wê demê çima biryar hiqûqî bû çima niha ne hiqûqî ye?"    Akdeniz, destnîşan kir ku Tirkiye neçar e biryara DMME'ê ku îmze kiriye pêk bîne û wiha bi dawî kir: "Divê biryarê nas bike û pêk bîne. Mecbûrê vê yekê ye. Gotina Erdogan a 'Ez biryarê nasnakim' li dijî hiqûqê ye. Li dijî xala Destûra  Bingehîn a 90’an e."    MA / Nacî Kaya