‘Ji bo parlamenteran ji sedî 200 zem ji bo karkeran sedaqet didin’ 2020-12-28 09:06:10 ENQERE – Welatiyên li Enqereyê diyar kirin ku muçeyê kêmane têr nake û muçeyê parlamenteran di şevekê de ji sedî 200 tê zêdekirin lê dema dor tê ser muçeyê kêmane wek ku sedaqet didin tevdigerin.  Komîsyona Tespîtkirina Muçeyê Kêmane ji bo muçeyê kêmane ya sala 2021’an eşkere bike dê herî dawî îro bicive. Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) çend roj berê mîqdara muçeyê kêmane yê sala 2021’an pêşkêşî Komîsyonê kir. TUÎK’ê ji bo karkerên di karên giran de dixebitin 2 hezar 792 TL diyar kiriye, ji bo karkerên di karên nîv zehmet de dixebitin 2 hezar û 507,70 TL diyar kiriye û ji bo karên sivîk jî 2 hezar 339,10 TL hesap kiriye. Me vê mîqdara TUÎK’ê pêşniyaz kiriye ji şeniyên Enqereyê pirsî.    Recep Akbûlût ê zanîngeh kuta kiriye û ji ber kar nedîtiye li înşatê dixebite bal kişand ser her tişt ku biha bûye û divê muçeyê kêmane ne di binê 3 hezar lîreyî de be û ew dikin û nakin nikarin bi vî pereyê muçeyê kêmane zikê xwe têr bikin.    ‘DIVÊ NE DI BINÊ 3 HEZAR LÎREYÎ DE BE’   Jina bi navê Merve jî diyar kir ku ew beriya bi demekê ji kar hatiye derxistin û niha bêkar e û divê muçeyê kêmane ne di bin 3 hezar lîreyî de be. Merveyê got dema ew bihabûna her tiştî û muçeyê kêmane didin ber hev însan nikarin xwe xwedî bikin û ew muçe nikare pêdiviyên welatiyan pêşwazî bike.    SEDAQET DIKIN    Rmazan ê newest paşnavê xwe bide û ku rojnamevaniyê dike anî ziman ku pêşniyaza mîqdara muçeyê kêmane ku TUÎK’ê pêşkêş kiriye t3erê nake û ciwan gişt bêkar in û dema ew dixwînin jî dikevin bin deyn û ew ji welat direvin. Ramazan destnîşan kir ku di şevekê de muçeyê parlamenteran li Meclîsê ji sedî derdora 200 tê zemkirin lê dema dor tê muçeyê kêmane yê karkeran bi xemsarî û wek ku sedaqet didin tê tevgerandin.    MEHÊ 3 HEZAR LÎRE QEZENC NAKE    Welatiya astengdar Havva Gonen jî anî ziman ku muçeyê kêmane gelek kêm e û li gel ew muçeyê sêwî û teqewîtbûna diya xwe distîne û karê ser tableya jî dike ew nikare mehê 3 hezar lîre qezenc bike.    ‘CIWAN DIREVIN DERVEYÎ WELAT’    Sedat Altundag ê di firinê de dixebite jî anî ziman ku 3 hezar lîre tenê têra welatiyek dike û ji ber tengasiyên debarê û aborî ciwan ji vî welatî direvin.    ÎNSAN JI BO XWE LI SER PÊYA BIGIRIN    Lokman Aydin ê 46 salî ku astengdar e jî destnîşan kir ku ew bi muçeyê astengdariyê û pereyê ji xizmên xwe deyn dike dijî û însan ji bo li ser pêya bimînin û bijîn ji neçarî bi vî pereyê kêm dixebitin.    BI FIKAR E    Fîlîz Yilmaz jî da zanîn ku muçeyê kêmane têr lêçûyîna xwarin û mesrefên wan nake û hem ji bo siberoja xwe hem jî ji bo siberoja ciwanan bi fikar e.    NE BEXTEWAR IN    Ercan Altin ê karkerê înşatan jî destnîşan kir ku ne mimkin e ew bi vî muçeyê kêmane ku tê texmînkirin bijîn û divê ev muçe herî kêm bibe 3 hezar û 500 lîre. Altin diyar kir ku ew bi deynan dijîn û ji ber her tişt biha ye ne bextewar in.