Yalçindag: Biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye 2020-12-28 09:25:39 ENQERE – Hiqûqnas Reyan Yalçindag biryara DMME’yê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş dabû nirxand û got biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye.  Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar dabû ku Hevseroka Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ji 4’ê Mijdara 2016’an ve girtî ye û siyasetmedarên di salên dawî de hatine girtin werin berdan. Parêzerên Demîrtaş serî li Dadgeha Enqereyê dabûn ku miwekîlê wan were berdan, lê belê Dadgeha Enqereyê daxwaza parêzeran red kir.    Cîgira Serokatiya Giştîya Federasyona Mafên Mirovan a Navnetewî (FIDH) û hiqûqnas Reyhan Yalçindag biryara DMME’yê ji ajansa me re nirxand.    ‘ECÊBIYA HIQÛQÊ YA 5 SALÊN DAWÎ DATÎNE HOLÊ’    Yalçindag destnîşan kir ku biryara DMME’yê ji bo tevahiya siyasetmedarên HDP’yî ango siyasetmedarên kurd dîlgirtî ne derbasdar e û wiha got: “Hem me di warê serlêdanan de got û hem jî tevahiya ecêbiya hiqûqê ya di 5 salên dawî li pey hev pêk tên bi hezaran car me di dadgehan de got. Biryara DMME’yê ya carek din gotinên me yên 5 salên dawî piştrast kir ku çiqas mafdar in. Ev 5 sal in em vê pêvajoyê wek ecêbiya hiqûqê pênase dikin. Vê ecêbiya hiqûqê mohra xwe li rojevê daye. Bi vê biryarê re carek din derket holê ku argûmanên me bi hêz in. Her wiha me carek din dît mafê kesan, siyasetmedaran, hevşaredaran, Demîrtaş û Yuksekdag û parlamenteran çawa hatiye binpêkirin. Her tim me got ev girtin û binçavkirin kêfî ne. Vê biryarê mafdariya me derxist holê. Çûna Dayikek Aştiyê ya 80 salî ku çûbe civîna KCD’ê û bi vê boneye ceza wergirtibe, parêzvanek mafê mirovan ku beşdarî komxebatek KCD’ê bûbe û cezakirina wan di hundirê vê biryara dawî ya Dadgeha Ewropayê de ye.”    ‘BIRYARA DMME’YÊ ÎTÎRAFNAME YE’    Yalçindag anî ziman ku biryara DMME’yê derdixe holê ku rakirina destnedayîna parlamenteran komploya li ser HDP’ê dide nîşandan û got: “Bila îqtîdar heta êvarê bi rakirina destnedayîna parlamenteran ‘pesnê’ bide, lê belê biryara DMME’yê her tiştî radixe ber çavan. Pêwiste tevahiya siyasetmedaran werin berdan. A rast biryara DMME’yê îtîrafnameyek topyekûn e. Bi vê biryarê re divê mafê tevahiya siyasetmedaran ji destê wan hatiye girtin paş de bide wan. Lazime ji bo siyasetmedarên di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de hatin girtin werin berdan û biryara neşopandina dozê ji bo wan bê dayîn. Em jî dibêjin hin bêtir li ser azadiya însanan sûc nekin. Em dixwazin biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş bila demildest were sepandin.”    MA / Bêrîvan Altan