Greva birçîbûnê di roja 32'yan de didome 2020-12-28 10:01:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dabû destpêkirin bi koma 7'emîn di roja 32'yan de berdewam dike.  Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê girtiyan bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgeha bi dawî bibin di 27’ê mijdarê dest dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger kiribûn. Çalakî bi koma 7'an di roja 32’yan de berdewam dike.