Dengbêj Cemalê Mihê hat emeliyatkirin 2020-12-28 14:32:40   AMED – Dengbêj Cemalê Mihê ku navdartirîn dengbêjek herêma Botanê ye, ji ber ku ûrê di pişa xwe de hat emeliyatkirin û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.     Dengbêj Cemalê Mihê (Cemal Dayan) ku yek ji denbêjek navdartirîn ê herêma Botanê ye, ji ber ûrê di pişa xwe de li Nexweşaneya Fakûlteya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hat emeliyatkirin û niha tedawiya wî li nexweşxaneyê didome. Dengbêj Cemal, derbarê rewşa xwe de diyar kir ku emeliyata wî serkeftî derbas bûye û ew bi hêvî ye ku rewşa wî ber bi başiyê ve biçe. Dengbêj Cemal got ku heta çend rojan dê li nexweşxaneyê tedawiya wî bidome.   CEMALÊ MIHÊ KÎ YE?   Cemalê Mihê di sala 1957’an de li gundekî girêdayî navenda Şirnexê hatiye dinê û ji biçûkatiya xwe ve dengbêjiyê dike. Wî heta niha bi dehan stran û kilamên herêma Botanê striye û gelek klîban çêkiriye. Li gelek dîwanên dengbêjan cih girtiye û beşdarî gelek konseran bûye.    Bavê wî li herêma Botan zirnebêjekî bi nav û deng e. Wî gelik stranên Kurdî bi zirnê gotine. Di 6-7 saliya Cemal de bavê wî jêre Xeremafonekê dikire. Ew ji guhdariya Mihemed Arif, Hesen Cizîrî, Seîd Axa, Ehmed Axa, Îsa Berwarî, Evdilezîzê Leşker û Eliyê Firamez dike. Ew di serî de herî zêde di bin bandora Mihemed Arif, Hesen Cizîrî û Îsa Berwarî de dimîne.   Di 13-14 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike. Di serî de ew stranên şera dibêje. Di sala 1973’an de ji bo karwaniyê diçe Zaxo û banda xwe ya yekem li Zaxo, li malekê dadigire.    Di 1991’an de diçe Başûrê Kurdistanê cem Îsa Berwarî. Lê nabêje ez Cemalê Mihê me. Piştî sihbeta wan diqede Îsa Berwarî dibêje hûn ji ku hatine? Ew ji dibêje em ji Sirnexê hatine.   Cemalê Mihê 63 salî ye. Bavê 9 zarokane, 4 kur 5 keçên wî hene. Ew li Şirnexê dijî.