Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin 2020-12-28 15:36:21 ŞIRNEX – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku Komkujiya Roboskî li korîdorên tarî yên Enqereyê daliqandî sekinîne û got: “Heke li vî welatî li qatil û terorîstan digerin, bila bizivirin û li yên Komkujiya Roboskî pêk anîne binêrin.”    Qurbaniyên Komkujiya Roboskî 19 jê zarok 34 welatiyên bi balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li bejahiya Gundê Roboskî ya bi ser navçeya Qilabana Şirnexê ve di 28’ê Kanûna 2011’an de hatibûn qetilkirin li ser gorên xwe ango li Goristana Roboskî hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Sezaî Temellî, Nûran Îmîr, Huseyin Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Kemal Bulbul, Alîcan Onlu, Tayîp Temel û Feleknas Ûca, malbatên qûrbaniyên Roboskî û gelek kesên ji bajarên derdorê çûn beşdarî bîranînê bûn.    Zekî Tosûn ê kurê wî Mehmet Alî Tosûn di komkujiyê de hatibû qetilkirin axivî û destnîşan kir ku ew daxwaza xwe ya edaletê dubare dikin û wê vê êşa mezin qet ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.    BÛLDAN: SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN    Pişt re Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û bi bîr xist ku 9 sal bi ser komkujiyê re derbas bûye û got: “Komkujiya Roboskî êşek bêdawî û bêtarîf e. Helbet ne qezayek e. Ev komkujiyek eşkere ye. Dewlet û hikumetê bi zanebûn û bi xwestek bombeyan bi ser gelê Roboskî de barand. Ev komkujî eşkereyî hat kirin. Vê dîrokî bi salane şahidiya van êşan kiriye. Ev çiya, ev kevir û însanên li vir dijîn hafizeya pêvajoya êşên li vir in. Roboskî bîra sûcê li dijî kurdan hatiye kirinê ye. Li ser vê axê gor tên xerakirin û sûcê mirovahiyê tê kirin. Qet û qet wê ev komkujî neyê jibîrkirin û helbet wê rojek hesabê wê were pirsîn.”    ‘BÊHIQÛQÎ LI KURDAN TÊ KIRIN’    Bûldan anî ziman ku komkujiyên bi vî rengî gelek li Kurdistanê hatin kirin û wiha got: “Komkujiya Roboskî ji komkujiyên Mereş, Dersim, Zîlan û yên din ne cudatir e. Komkujiyên li Sûr û Cizîrê ji van komkujiyan ne cudatir in. Lê tişta ku herî zêde me dide kuştinê, bêhiqûqiya li dijî kurdan e. Vaye tişta ku herî zêde me diêşîne û xemgîn dike jî ev dijminatiya li hember Kurdan e. Li kîjan devera dinyayê be heke welatî bi bombeyên dewletê werin kuştin dê rayedar îstîfa bikin. Dev ji îstîfayê berdin lê li welatê me ev komkujî tê parastin. Kujer tên parastin. Kujer nehatin darizandin û cezakirin.”    LI GEL KU HER TIŞT TÊ ZANÎN JÎ…    Bûldan destnîşan kir ku Komkujiya Roboskî bi biryara Desteya Ewlehiya Millî (MGK) hatiye kirin û wiha got: “Tevî ku her tişt dihat zanîn jî tu hesab nehat pirsîn. Tê zanîn ku kê vê komkujiyê pêk aniye. Ev jî nîşaneya dijminatiya kurdan e.”    KÊMASIYÊN HIQÛQΠ   Bûldan anî ziman ku Roboskî komkujiya herî bi êş a dîroka nêz e û wiha domand: “Ez dixwazim bêjim heta ev mesele were çarserkirin û pêvajoya hiqûqû û siyasî bigihîje zelaliyê çi ji destê me were em ê bikin. Di wê serdemê de hin kêmasî qewimîne. Malbatên Roboskî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane lê belê ji ber ku Baroya Şirnexê evraqên kêm dabû, AYM’ê vê dosyeyê ji ber evraqên kêm qebûl nekiriye. Ji ber rêyên hiqûqî yên li Tirkiyê qediyan, malbatan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’ê bi hêceta ku rêyên hiqûqa navxweyî neqediyaye dozê qebûl nekir. Di vî warî de kêmasiyên evraqan ên Baroya Şirnexê hene. Ji bo yên van kêmasiyan kirine derkevin holê, berpirsiyartiyek dîrokî ye. Helbet yê me wek HDP’ê jî di warê hiqûqî de hin kêmasî çêbûne. Pêvajoya şopandin û kontrolê baş pêk neaniye. Me pêvajoya hiqûqê baş neşopandiye. Ev jî kêmasiyek me ya mezin e.”    ‘HELBET WÊ EV DEWRAN BIQEDE’   Bûldan destnîşan kir ku tevî hemû tiştên qewimîne jî ev pêvajo didome û wiha got: “Divê neyê wê maneyê ku her tişt qediyaye. Wê ev dewran biqede. Hlebet AKP wê biçe. Piştî çûyîna AKP’ê hikumetên nû wê desv ji vê mijarê bernede. Em jî wek HDP’ê soz didin ku di warê siyasî û hiqûqî de her tiştî bikin û têkoşînê birêve bibin.”    BIRYARA BO DEMÎRTAŞ    Bûldan bal kişand ser biryara DMME’yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş daye û biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş daye nîşaneya hemû bêhiqûqî û dijmintiya gelê kurd nîşan dide.    ‘KOMKUJÎ LI KORÎDORÊN TARÎ DALIQANDÎ YE’    Bûldan bang li îqtîdarê kir û got: “Hûn neçarin vê rûpelê dîsa ji nûve vekin. We gotibû ‘Wê ev komkujî di korîdarên tarî yên Enqereyê de nemîne.’ Lê belê ev bûyer hêj di korîdorên tarî yên Enqereyê de tê veşartin. Lê pêwîste ev komkujî demildest ji wan korîdorên tarî were derxistin û bigihîje zelaliyê û kujer û berpirsiyar werin cezakirin. Dîsa dixwazim bêjim ‘we gotibû wê ev li korîdorê tarî neyê windakirin.’ Lê belê ev hêj di korîdorên tarî yên Enqereyê de daliqandî tê sekinandin.”   'BILA BIZIVIRIN Û LI BOBOSKÎ BINÊRIN’    Buldan herî dawî wiha got: “Yên ku her roj li van malbatan zilmê dikin û kujer nayên cezakirin, lê belê malbat û ferdên malbatan ên wek Ferhat Encu, Velî Encu tên cezakirin. Niha Velî Encu di zîndanê de ye. Yên ku li malbatan zilmê dikin û ceza li wan dibirin bila baş bizanibin, heke li vî welatî li qatil û terorîstan digerin, bila bizivirin û li yên Komkujiya Roboskî pêk anîne binêrin. Ji ber vê yekê em ê wek HDP’ê li cem malbatê xwe yê bil bi êş û kul bin. Helbet wê rojek berpirsiyar û kuer werin darizandin û cezakirin. Bila gumana tu kesî tune be.”