Rêxistinên civakî qanûna 'tayînkirina qeyûman' protesto kir 2020-12-28 16:06:28   SEMSÛR – Komele û rêxistinên sivîl ên civakî yên Semsûrê, zagona ku rê li pêş tayînkirina qeyûman a komeleyan vedike protesto kirin.   Komele û rêxistinên sivîl ên civakî yên Semsûrê, qanûna “tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl” li pêş Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Semsûrê protesto kir. Endam û rêveberên ÎHD, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Weqfa Çandê ya Haci Bektaşî Velî, Platforma Jinan a Bajêr, Odeya Tabîban, Platforma Şaxan a KESK’ê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Komeleya Fikra Ataturk, Baroya Semsûrê û Platforma KHK’iyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê, pankarta  "Tu mudaxaleyên siyasî ne sivîl in” vekir. Li ser navê komele û rêxistinên sivîl ên civakî endamê ÎHD’ê Parêzer Huseyîn Coşkun daxuyanî xwend. Coşkûn, 34 welatiyên di Komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got: "Tayînkirina qeyûman a rêxistinên sivîl rê li peş azadiya komele û weqfan digire."  Coşkûn, bibîr xist ku bi vê qanûnê dê komeleyên ku xebatên mafên mirovan, jinan, penaberan û zarokan dikin bi yek îmzeyê bên girtin. Komê bi çepikan dawî li daxuyaniyê anî.