Li Amedê xizanî û îhmalkarî bû sedema mirina Devran 2020-12-28 16:25:23   AMED – Li Amedê, Devran Onay ê ku li mala şaredariyê ji bo hilweşandinê vala kiribû dema ji bo firotinê hesin derdixist, arîkê malê di ser hilweşiya û jiyana xwe ji dest da. Malbata Demîr, ji ber îhmalkariyê dê doz li şaredariyê veke.-   Di 26’ê kanûnê de li semta Ben û Senê ya taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, Devran Onay (17) dema ku li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo hilweşandinê vala kiribû, ji bo firotinê hesin derdixist, arîkê avahiyê di ser hilweşiyabû û di 27’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû.    ‘EZ Ê DOZ VEKIM’   Kalê Onay Mehmet Garbur, diyar kir ku şaredariyê ji bo mala wî jî biryara hilweşandinê daye û got ku hilweşandina taxê nîvco maye û şaredarî îhmalkariyê dike. Garbûr, ji bo mirina nebiyê xwe jî ev tiş got: “Devran, ciwan, zarok, bêkar û birçî bû, wê çibikira? Ji bo kîloyeke hesin jiyana nebiyê min mef kirin.”   Garbûr, diyar kir ku ji ber îhmalkariya şaredariyê dê doz li şaredariyê veke û daxwaza piştgiriya hiqûqî kir.