ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-29 09:00:23 * Di sala 2020'an de herî zêre kurd bûn hedefa êrişan. Hêzên navdewletî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girantir kirin û planên dagirkirin û înkara kurdan berdewam kirin. Kurdan li gel şertên pandemiyê jî li dijî êrişan li ber xwe da.  * Rojnamevan Zana Seydî, anî ziman ku Tirkiyeyê tevî komên paramîlîter dixwaze Eyn Îsayê bi dest bixe û bi vê re pêwendiya bi Kobanî û Minbicê re qut bike û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike du perçe. Her wiha Seydî, destnîşan kir ku armanca êrîşên li ser Kurdistana Federe jî, ew e ku dor li rêveberiya xweser bê tengkirin.    * Parêzer Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku Ocalan ne bi prosedurên hiqûqî dê bi têkoşîneke topyekûn azad bibe û got: "Tekane çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi rakirina tecrîda mutleq pêkan e."    * Esnafên jin destnîşan kirin ku bi salan e bi baca xwe dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribûye 2 mehan debara wan bike.    * Dîwana Muhasebetaê di rapora xwe ya derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de destnîşan kiriye ku li dirûiyetên ku divê karmendên bikadro bên tayînkirin, karmendên bipeyman hatine tayinkirin û mesaiya karkeran jî hezar saet hatiye kirin.    * Welatiyên ku nerazîbûna xwe ya ji bo santrala hîdroelktrîkê ya tê xwestin li Geliyê Zorê bê çêkirin nîşan dan, anîn ziman ku dê nehêlin ku gelî di bin avê de bimîne.    * Li Edeneyê 5 kesên ku bi îdiaya "operasyona tiryakê" asteng kirine hatibûn binçavkirin, polîsan tahde li wan kiriye. Kesên ku hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan, giliyê polîsan kirin.    * Endamê Rêveberiya Desteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Bewar Ûnver, diyar kir ku Neteweya Yekbûyî (NY) ketiye bin bandora Tirkiyeyê û got: "Neteweyên Yekbûyî, li dijî ambargoya li ser wargehê tu caran nebûye xwedî helwest. Nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî ne însanî ye.”   * Danişîna doza rojnamevan Ferda Yilmazoglû, Seyhan Çîçeklî, Tegmen Ozturk, Faruk Ozturk, Hanim Bozkurt, Heremsî Ozturk, Jiyan Ozturk û Betul Ozturk ên HDP'yî bi îdiaya "endamtaiya rêxistinê" tên darizandin dê li Edliya Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza hunermend Ferhat Tûnç ê bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" tê darizandin dê li Edliya Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'a Enqereyê têkidlarî girtina Leyla Guven dê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Rêxistinên ciwanan têkildarî Yucel Yavûz û Devrîm Taylan Eryilmaz ên bi lêgerîna tazî re rûbirû mabûn dê li avahiya ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bidin.(12.00)   * Rêxistinên HDP'ê yên Edene, Antalyayê û hin navçeyên Stenbolê têkildarî salvegera Komkujiya Roboskî dê daxuyanî bidin. (14.00)