Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist 2020-12-29 09:03:45 EDENE - Li Edeneyê 5 kesên ku bi îdiaya "operasyona tiryakê" asteng kirine hatibûn binçavkirin, polîsan tahde li wan kiriye. Kesên ku hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan, giliyê polîsan kirin.    Li Taxa Fevzîpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê, di 16'ê Kanûnê de Ahmet Adin û malbata wî, bi îdiaya ku "operasyona tiryakê" asteng kirine polîsan li wan xistibû û gef li wan xwaribûn. Adin û 4 kesên li cem wî bi tawanbariya "Li ber polîsan rabûne" û "nehiştine polîs karê xwe bikin" hatibûn binçavkirin. Piştî rojekê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Edeneyê hatibûn kirin û paşê bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan. Adin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da û li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê giliyê polîsan kir.    Adin, anî ziman ku gava diçû cem malbata xwe ya li Taxa Fevzîpaşayê polîseke sivîl li ber malê bûye û got: "Ji ber ku şik û guman lê çêbûne, çûye cem wesayîtê û ji wan pirsiye bê kî ne. Lê belê ên di wesayîtê de tiştek jê re negotine. Piştî ku îsrar kiriye, kesên di wesayîtê de gotin, polîs in. Dû re gazî komeke polîsên din kirin û hatin taxê."   LI WAN XISTINE    Adin, anî ziman ku piştî polîs hatine taxê, heqaret lê kirine û got: "Polîsan ez li erdê dirêj kirim, bi awayekî dijwar li min xistin. Piştî vê 4 kesên ji taxê jî hatin cema me. Polîsan ehman tişt anî serê wan jî. Polîsan em birin Navenda Polîsan a Şakirpaşayê. Heya em çûn qereqolê li me xistin."    Adin, bilêv kir ku her çar kesên pê re jî hatine binçavkirin û paşê bi şertê kontrolkirina edlî hatine berdan.    ‘EM DIXWAZIN BÊN CEZAKIRIN'    Adin, anî ziman ku di operasyona ku polîs jê re gotine "operasyona tiryakê" biraziyê wî hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Adin, bilêv kir ku bêyî ku hincetek hebe polîsan tahde li wan kiriye û got: "Me heqaret li tu kesî nekir. Tenê me got, ev wesayît xerîb e û me pirsî bê kî ne. Paşê em hîn bûn ku polîs in. Li me xistin, gef li me xwarin û heqaret li me kirin. Piştî vê bûyerê derûniya me xirab bû. Em dixwazin ev kes bên cezakirin."    MA / Hamdûllah Kesen