Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin 2020-12-29 10:48:29   ÊLIH - Girtî Mehmet Sidik Baran, diyar kir ku di ketina girtîgehan de lêgerîna tazî li hemû girtiyên zarok, pîr, ciwan û jin tê ferzkirin. Bavê girtî Temîn Baran jî banga xwedîderketina çalakiya greva birçîbûnê kir.    Mehmet Sidik Baran, ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê dimîne, diyar kir ku girtîgeha 5 sal in lê girtî ye, her roj binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Bavê girtî Temîn Baran jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê parve kir û wiha got: “Rojnameyê nadin wan destûr nadin aktîvîstên spor û civakî. Gardiyan di serdegirtinên qawişan de tundiyê li girtiyan ferz dikin. Tundiya ku li gîrtîgehê her ku diçe zêde dibe. Îşkence bi raporên bijîşkan jî hat piştrast kirin.”   LÊGERÎNA TAZÎ   Baran, li ser bêhiqûqiyên li girtîgehê û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan daye destpêkirin û wiha got: “Zarok, pîr, ciwan û jinên tên girtin wan di lêgerîna tazî re derbas dikin. Dema em diçin hevdîtina telefonê jî lêgerîna tazî li me tê ferzkirin.”   ‘PÊKANÎNÊN ESAT OKTAY’   Bavê girtî Temîn Baran jî destnîşan kir ku lêgerîna tazî pêkanîna Esat Oktay Yildiran e û xwest ku ev pêkanînên li girtiyan tên ferzkirin bi dawî bin. Baran, diyar kir ku rayedarên girtîgehê ji bo pêkanînan, pandemiyê weke hincet nîşandidin û wiha got: “Li gel gefa pandemiyê jî gardiyan her roj diçin li qawişan hejmarê dikin. Ev gardiyan her roj li derve digerin û pişt re tên girtîgehê. Girtiyên nexweş jî hene li girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê ya ku vê rewşê nafikire, pandemiyê hincet nîşan dide û mafên girtiyan asteng dikin.”     Baran, da zanîn ku wê heta dawiyê piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê bikin û wiha axivî: “Divê em weke malbat bibin dengê girtiyan. Ew di nava çar dîwaran de li ber xwe didin. Tiştek tenê di destê wan de heye. Ew jî çalakiya greva birçîbûnê ye. Em mecbûrin bibin dengê girtiyan. Em bibin hêz, ew jî dê bibin hêz. Ew bi hêz bin emê  jî bi hêz bin. Em bi hêz bin dikarin van bê hiqûqiyan têk bibin.”   Baran, herî dawî banga hestiyarî ji raya giştî kir û xwest ku piştevaniya girtiyan bikin.