Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan 2020-12-29 11:07:29   STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Razîye Ozturk, Rêzan Sarica, Îbrahim Bilmez û Serbay Koklu, bi boneya bi muwekilê Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Uysal, piştî 8 salan yekem car di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta nexşerêya Ocalan a di sala 2009'an de pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) kiribû, di 23'ê Îlonê de 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran birîbûn.