Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan 2020-12-29 13:33:54   STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî ji bo mûçeya kêmane ya hat diyarkirin, nirxandina “mûçeya koletiyê” kirin û gotin: “Rêya jiyaneke mirovane di têkoşînê re derbas dibe.”   Hevdîtinên mûçeya kêmane ya sala 2021’an a Komîsyona Tespîta Mûçeya Kêmane yên di 4’ê Kanûnê de dest pê kirin duh bi dawî bûn. Piştî civîna duh, mûçeya kêmane weke 2 hezar, 825 lîre û 90 qirûş hat aşkerekirin. Ji ber vê hejmara kêm a mûçeya kêmane bertek, zêde bûn.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîrpglû, diyar kir ku mûçeya kêmane ya ji bo sala 2021’an hat aşkerekirin, li gorî daxwaza Komeleya TUSÎAD’ê hatiye aşkere kirin û wiha bertek nîşan da: “Mûşeya kêmane wê pîvanên jiyana bi mîlyonan karkeran diyar bike. Desthilatdarî, îro sînorê birçîbûnê û mûçeya hejariyê ferzî karkeran dike. Ev zivîstan wê ji bo cîna karkeran pir zor û zehmet derbas bibe. An emê li dijî vê têkoşîne xurt bidin, an jî em ê serî bi tewînin û teslîmî vê mûçeya kêmane ya hejariyê bidin. Ji bo ku em karibin mafên xwe bi dest bixin, divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”   BIRYARA HEVPAR A DESTHILATDARÎ Û SERMAYÊ   Berdevka Partiya Tevgera Kedê (EHP) Ozge Akman jî, da zanîn ku ev biryara hevpar a desthilatdarî û sermayeyê, biryara kedxwarina karkerane. Akman, dest nîşan kir ku ev biryara encama krîza aboriye û wiha axivî: “Di vê maseyê de ji bilî cîna karkeran, hemû kesî qezenc kir. Mijar ne tenê zama mûçeyê ye. Di vê li her derê karker yekitiya xwe avabikin û destê xwe bixin bi kevir. Ger têkoşînek rast neyê dayîn, wê sala bê mûçeya kêmane ji ya îsal xirabtir be.”    MÛÇEYA KOLETIYÊ    Endamê Lijneya Navendî ya Partiya Şoreşger Erdogan Çakmak jî, da xuyakirin ku cihê karkeran di mûçeya kêmane ya nû de tuneye û wiha hirsa xwe anî ziman: “Ev mûçeya kêmane mûçeya koletiyê ye. Bi vê dixwazin jiyana hejariyê bidin dewam kirin. Divê me li dijî vê xwe birêxistin bikin, bibin yek û têkoşîna xwe ya hevgirtî bilind bikin.”    SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ   Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Şahîn Tumuklu jî, bi bîr xist ku rêya jiyaneke mirovane, di têkbirina kapitalîzmê re derbas dibe û wiha got: “Dixwazin mirovan bi birçîbûnê terbiye bikin. Divê em bidin nîşandan ku karker û emekdar ne bi tenê ne.”   MA / Kadîr Guney