Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn 2020-12-29 15:14:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 9’emîn salvegera Komkujiya Roboskî de, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û peyama “Heya ku edalet bê bicih anîn emê têkoşîna xwe dewam bikin” hat dayîn.       Di 9’emîn salvegera Komkujiya Roboskî, ya di 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî ya navçeya Qilabanê ya Şirnêxê di encama bombebarandina balafirên şer ên TSK’ê de pêk hat de, li bajarên cuda daxuyanî hatin dayîn û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li Edenê ji bo kesên jiyana xwe ji dest da bûn, bernameya bîr anînê li dar xistin. Bîranîn ji ber pandemiyê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr hat lidarxistin. Endam û rêveberên HDP’ê, Aktivîstên TJA’yê, nûnerên AYKAY-DER’ê, Çûkûrova TÛAYDER’ê, Dayikên Aştiyê û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) beşdarî bîr anînê bûn.    Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş, di bîranînê de axivî û wiha got: “Em kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînin. Desthilatdariya AKP’ê her tim dixwaze Komkujiya Roboskî terorîze bike. Lê heya ku edalet bi cih bê, emê têkoşîna xwe dewam bikin.”   'HIJMENDIYA KUHER DEWAM DIKE'   Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Mazlûm Gok jî, da zanîn ku ew Komkujiya Roboskî, bi tecrîda girankirî, çalakiyên greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan pêşwazî dikin. Gok, dest nîşan kir ku dixwazin komkujî di tarîtiyê de bimîne û wiha axivî: “Ev komkujî bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Hişmendiya kujer hîna jî dewam dike. Lê emê tu carî dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskiyê bernedin. Divê AKP hesap bide gel.”   Li aliyê din li navçeya Seyhan a Edenê jî, ji bo bîranîna Komkujiya Roboskî, sînevîzyonek hat pêşandan.   ANTALYA    Li bajarê Antalyayê jî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn. Bîranîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr hat lidarxistin. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Mûhsîn Taşar, di bîranînê de axivî û got: “Bi têkoşîna gelê kurd û dostên me, emê hesabê bi berpirsên Komkujiya Roboskî bidin dayîn.    Taşar, teqez kir ku ew ê heya dawiyê, hesap qatilên komkujiyê bipirsin û wiha bi dawî kir: “Heya ku edalet pê bê, wê xwîna me ya li Roboskî qerîsî tevlî xwînê nebe.”