Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî 2020-12-29 15:14:53   ÎDIR - Rêxistina HDP'ê ya Îdirê 3'emîn Kongreya xwe pêk anî û hevserokên xwe yên bajar diyar kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îdirê 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî ya bi dirûşmeya “Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşizmê têk bibin" pêk anî. Endam û rêveberen HDP'ê û parlamenterên HDP'ê tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de Wekîla Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş, anî ziman ku ev kongre bersîva îqtîdarê ya "Em ê HDP'ê xelas bikin" e û wiha got: “Ew çi bikin bila bikin tu carî gelê me dest ji têkoşînê bernedan. Îro vîna me li ser piyan e."    Piştî axaftin û hilbijartinê ji bo Serokên Rêxistina HDP'ê ya Îdirê Suleyman Serhat û Semra Dogruyol hatin hilbijartin. Kongre bi govendê bi dawî bû.