Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê 2020-12-29 17:41:19   MÊRDÎN - Malbatê cenazeyê endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Ozalp di bin ablukaya panzêr û polîsan de defin kirin. Hediye Ozalp beriya jiyana xwe ji dest bide wasiyet kiribû ku, li gel kurê  xwe yê ku di nav PKK’ê de jiyana xwe ji dest dabû were veşartin. Lê polîsan destûra vê yekê nedan.   Endama Meclîsa Dayikên Aşitiye Hediye Ozalp (65) ku demek dirêj bû li nexweşxaneya Stenbolê bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşiya jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dayika Aştiyê ji Stenbolê anîn Nisêbînê. Cenazeye Ozalp di bin ablukaya bi dehan polîs û panzêran de li Goristana Moris a nû veşartin.  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar, Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç, rêxistina HDP’ê ya navçeyê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, malbata Hediye û jimarek zêde welatî beşdarî merasîma cenazayê Dayika Aştiyê Hediye bûn. Hediye Ozalp ji salên 80’î û şûnde bi çalak di nava siyasetê de û însiyatifa Dayikên Aştiyê de cih girt. Zarokên wê Selîm Ozalp (Cesur Cudî), Mewlud Ozalp (Koçer) di nava PKK’ê de cih girtin û jiyana xwe ji dest dabûn. Di heman demê de hevjînê wê Derwêş Ozalp jî li Cizîrê ji aliyê eskeran ve hat kuştin. Hediye Ozalp beriya ku jiyana xwe ji dest bide wasiyet kiribû  ku ew jî li kêleka lawê xwe were veşartin. Kurê wê li Goristana Hecaca ya li Nisêbînê ye hatibû veşartin lê li gorî agahiyên me ji malbatê girtine destûr nehat dayîn ku li wir were veşartin. Wesiyeta dayika Hediye nehat cih.   Beriya merasîma cenaze polîsan avahiya HDP’ê û goristana ku lê were veşartin ji xistibûn bin ablûkayê. Kesên ku beşdarî merasîmê bûne bi hinceta Vîrusa Koronoyê hatin şiyarîkirin ku wê ji wan re ceza were birîn.