Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar 2020-12-30 09:03:50 SEMSÛR – Nelirêtiyên di şaredariya AKP’ê de di raporên Sayiştayê de jî hatin xuyakirin. Li Şaredariya Semsûrê ya AKP'î kesê hem endamê meclîsa şaredariyê ye û hem jî Serokê şîrketekê ye, xwe li kadroya karkeran xist kar.  Nelirêtî û bê rêbaziya li Şaredariyên AKP'ê berdewam dike. Niha jî li şaredariya Semsûrê ya AKP'î kesê hem endamê meclîsa şaredariyê ye û hem jî di şîrketeke de serokê rêveberiya şîrketê ye xwe wekî karker xist kar. Li gorî rapora Sayiştayê, Kesê hem endamê meclîsa şaredariyê ye u hem jî Serokê rêveberiya şîrketê ye, niha xwe di kadroya karkeran de xist kar.    LI DERVÊ ARMANCÊ XISTIN XIZMETÊ   Dîsa li gorî rapora sayiştayê li ŞaredariyaBattalgazî ya Meletiyê ya AKP'ê zeviya 646 metrekare ku cihê wê nayê guhestin, bi 971 hezar û 823 lirayî restore kirin. Piştre di 26'ê Hezîrana 2018'an de ji bo 5 salan li dijî armancê dan komeleyekê. Li gorî raporê ew cihê nayê guhestin wekî "Navenda Çandê" ji bo şaredariyê tahsil kirin. Li gorî raporê li dijî armancê bikar anîn.