Parêzerê Tûrgût û Şiban: Daxuyanî bandor li lêpirsînê dikin 2020-12-30 10:50:17   WAN – Parêzerê gundiyên ku li Wanê ji helîkopterê hatin avêtin Baran Bîlîcî, daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên têkildarî mijarê, weke beralîkirina lêpirsînê nirxand.    Di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên ku derketibûn operasyonê Osman Şiban û Servet Tûrgût, binçav kiribûn û piştre ji helîkopterê avêtibûn. Piştî demekê ji ber avêtina ji helîkopterê û îşkenceya ku lê hatibû kirin Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû. Di lêpirsîna ku derbarê avêtina Şiban û Tûrgût hatiye destpêkirin de tu pêşveçûn çênebûye. Biryara “nepeniyê” ya li ser dosyayê didome û parêzerê Şiban û Tûrgût, bi sedema “astengkirina mafê darizandina adîlane û azadiya lêgerîna maf” serî li Dadgeha Mafê Mirovan (AYM) da.   BERSIVA BI YEK HEVOKÎ   Bi vê rewşê re daxuyaniyên rayedarên hikûmetê yên têkildarî mijarê jî didomin. Piştî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû her du gundiyan weke “milîs” lanse kir, daxuyaniyek jî ji Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar hat. Akar, pêşnûmepirsa Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû ya têkildarî mijarê bi hevokekî bersivand û ev tişt got: “Li wezareta me derbarê vê, agahî, belgename û qeyd tunene.”   ‘DEMA KU ŞIBAN BAŞ BIBE DÊ GOTIN BIDE’   Parêzerê Şiban û Tûrgût Baran Bîlîcî, daxuyaniya Hûlûsî Akar nirxand û derbarê mijarê de ev tişt got: “Rayedarên hikûmetê, bi daxuyaniyên xwe nepeniya lêpirsîn bin pê dikin. Daxuyanî ji bo beralîkirina lêpirsînê ne. Tedawiya Şiban hê jî didome. Dema ku xwe baş hîs bike dê gotin bide. Meqamên edlî faîlan diparêzin. Hema bibêje di hemû dosyayên bi vî rengî de faîl tên fihilkirin. Ji ber ku yên faîl û kesên ku delîlan berhev dikin hêzên ewlehiyê ne dibe ku heman kes bin jî. Ji ber vê di asteke girîng de delîl tên tunekirin û lêpirsîn bi neşopandinê bi dawî dibin.”