AYM, daxwaza tazmînatê ya karkerên KHK'î mafdar dît 2020-12-30 12:27:36   BEDLÎS – Dadgeha Destûra Bingehîn, biryar da ku ji 8 karkerên bi hinceta “pevgihandina rêxistinê” li Şaredariya Tetwanê ji kar hatibûn derxistin re tazmînat bê razandin.     Li Şaredariya Tetwanê ya Bedlîsê, di sala 2017’an de 8 karker di çarçoveya KHK’a hejmara 667’an de bi hinceta “pevgihandina rêxistinê”  ji kar hatibûn derxistin. Karkerên bi navê Erhan Koç, Gulbahar Aslaner, Erkan Akbay, Bîlgen Yetîşkîn, Emrûllah Akten, Mehmet Şîrîn Baran, Hanîfî Baran û Kamûran Sari ku ji kar hatibû derxistin, bi rêya parêzerên xwe li 1’emîn Dadgeha Esliye Hiqûqê bi daxwaza vegerên karên xwe doz vekirin.    DAXWAZA KARKERAN A VEGERA KAR RED KIRIN   Li gel ku Miduriyeta Giştî ya Polisan û Teşkîlata Îstixbarata  Neteweyî (MÎT) raporên ku têkildarî her heştan de qeyda sûc tuneye ji dadgehê re şandin jî 1’emîn Dadgeha Esliye Hiqûqê, daxwaza vegera kar a karkeran red kir. Parêzerê karkeran biryara dadgehê li Dadgeha Edliya Herêma ya Erziromê îttîraz kir. 6’emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgehê, biryarê nirxand û biryara hatibû dayîn guncav dît û îttîrazê red kir.    AYM’Ê KARKERAN MAFDAR DÎT   Li ser vê yekê parêzerê karkeran Diyar Orak, bi sedema ku “darizandina adîlane hatiye binpêkirin” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û serlêdana takekesî kir. AYM’ê serlêdanê bi yekdengî qebûl kir û biryara “mafê darizandinê hatiye binpêkirin” da. Her wiha AYM’ê daxwaza tazmînatê ya karkeran jî mafdar dît û qebûl kir.    BIRYAR MÎNAK E   Parêzerê karkeran Orak, têkildarî biryarê axivî û diyar kir ku biryara ji aliyê AYM’ê ve hatiye dayîn ji bo karkerên din ên ku ji kar hatine avêtin jî mînak e.    MA / Mujdat Can