Qurbaniyên komkujiyên kanûnê hatin bibîranîn 2020-12-30 16:31:08   ENQERE – Rêxistinên civakî yên sivîl qurbaniyên di komkujiyên meha kanûnê de pêk hatine bibîr anîn û hat gotin dê hesabê komkujiyan bipirsin.    Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî têkildarî komkujiyên di meha kanûnê de pêk hatine li Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Şaxa Mamaka Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûner û rêvberên Komeleya Çand û Lêkolînê ya Anadolûyê (AKA-DER), Alinterî, Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP), Şaxa DAD’ê ya Mamakê, Partiya Bindestna a Sosyalîst (ESP), Kaldiraç û Partîzan beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Komkujiyên Mereş, 19’ê Kanûnê, Roboskî me ji bîr nekir, em ê hesabê komkujiyan bipirsin” hat daliqandin.    Li ser navê rêxistinan Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Mamakê Hasan Altûn axivî û got: “Dewleta Tirkiyê li ser xwîn û komkujiyan hatiye avakirin. Elewî û kurd bi polîtîkayên înkar û redê, zext, zilm û îşkenceyê tên tirsandin û bêdengkirin. Di dîroka Tirkiyê de herî zêde di meha kanûnê de komkujî pêk hatine. Komkujiya Mereşê bi polîtîkaya şerê taybet div ê mehê de pêk hat û ji darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê re zemîn hat amadekirin. Bi ser 100 kesî re welatiyên me hatin qetilkirin. Erdal Eren di vê mehê de hat qetilkirin. Operasyona Vegera Jiyanê di vê mehê de pêk hat. Komkujiya Roboskî di vê mehê de pêk hat û 34 welatî bi balafirên şer hatin qetilkirin. Berxwedana li dijî zilmê maf û rewa ye.”