Fîncanci: Em bihêrs in, wiha berdewam nake 2020-12-30 16:54:26   STENBOL - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, di bîranîna kedkarên tenduristiyê de axivî. Fîncanci, diyar kir ku bihêrs in û got: “Wiha berdewam nake.”   Li Stenbolê Rêxistinên Pîşeyî, Kedê û Tenduristiyê, bi daxuyaniyeke ku li pêşiya Fakulteya Tipê ya Çapayê ya Zanîngeha Stenbolê dan, hempîşeyên xwe yên ji kovîd-19’ê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Giştî ya DÎSKÎ’yê Arzû Çerkezoglû, Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Pinar Saîp û Serokê Odeya Dermanfiroşên Stenbolê Zafer Cenap tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Êdî bes e mirinan bi sekinînin, em dixwazin bijîn” hat vekirin û wêneyên bijîşkên jiyana xwe ji dest dan û dovîzên li ser wan “çepik naparêze qanûn diparêze” û “Em naxwazin dema em dixebitin bimirin” nivîsandî hatin hilgirtin.   310 KEDKARAN JIYANA XWE JI DEST DA   Di daxuyaniyê de destpêkê Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû axivî û diyar kir ku desthilatê guhên xwe ji bangên wan re girtiye û wiha axivî: “Niha ji me re dibêjin me şewb xistiye bin kontrolê. Lê her roj ji 150 kesî zêdetir welatiyên me jiyana xwe ji dest didin. Şewb ne di bin kontrolê de ye. Heta niha 310 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.”     ŞîRKET HATIN PARASTIN   Pişt re Seroka Giştî ya DÎSKÎ Arzû Çerkezoglû jî axivî û da zanîn ku ji roja ewil ve polîtîkayên desthilatê ne li gorî parastina kedkarên tenduristiyê li gorî parastina çend şîrketan e.   ‘DIVÊ DERS JÊ WERE DERXISTIN’   Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci jî destnîşan kir ku di pandemiyê de salek li pey xwe dihêlin, bi hêrsin û wiha got: “Milyaran pereyan dirijînin lê nikarin mirovan biparêzin. Bi mirovên me yên ku nikarin xwe biparêzin re em jî can û dilê xwe winda dikin. Ji ber vê yekê em bihêrs in û dibêjin 'wiha berdewam nake'. Divê em ji xeletiyên xwe dersan derxînin. Em mirovên ku me winda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin.”   Di daxuaniyê de Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp daxuyaniya hevpar xwend.