254 kesên din mirin, 15 hezar û 692 kesên din jî pê ketin 2020-12-30 20:04:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 254 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 15 hezar û 692 kesên din jî pozîtîf derket.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 254 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 15 hezar û 692 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 20 hezar û 642 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 194 hezar û 272.