ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-31 09:00:20 * Halîse Aksoy a ku cenazeyê lawê wê bi kargoyê radestî wê kirin, ligel ku ji ber zextên dewletê 6 caran navnîşana mala xwe guhert jî, polîs û eskeran bi dehan car bi ser mala wê de girtin. Aksoy a ku du zarokên wê tevlî têkoşîna azadiya kurd bûne qala têkoşîna xwe û zarokên xwe kir.  * Huseyîn Akil ê ekolojîst diyar kir ku projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê tê xwestin were çêkirin ji sedî 70’ê dikeve sînorê Amedê û biryara Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê girtiye nederbasdar e û ji bo betalkirina projeyê dê serî li dadgehê bidin.     * Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Parêzer Yûsûf Çakas, derbarê çalakiya grevê birçîbûnê de diyar kir ku ji bo daxwazên girtiyan bi cih werin bi saziyên din ên sivîl re hin xebatên wan ên weke avakirina komîsyonan hene û banga hestiyariyê li civakê kir.    * Derziyên Covîd-19'ê yên jî Çînê hatin dê li Navendên Tenduristiyê yên Malbatê li mirovanê bên xistin. Serokê Baskê Bijîşktiya Malbatê ya TTB'ê Emrah Kirimli, anî ziman ku hem şert û mercên van navendan hem jî hejmara xebatkarên wan kêm in. Kirimli, destnîşan kir ku xwesteka wan nêvengeke biewle ye ku hem ew nexweş nekevin hem jî nexweşên wan nexweş nekevin.    * Parêzvanên mafên mirovan û parêzer, anîn ziman ku tecrîda li Îmraliyê û pirsgirêên heyî yên li bendê ne bên çareserkirin girêdayî hev in û gotin: "Tecrîd çi qass giran bibe, em ew qas ji aştiyê dûr dikevin."    * Endamên Tevgera Deydarên KYK'ê anîn ziman ku krediya hînkariyê ya KYK'ê ne tercîhek e, mecbûriyetek e û gotin: "Heger deynê me neyê xerakirin em ê ber bi Enqereyê ve bimeşin."    * Jinan destnîşan kir ku ê dibe sedema tahde û şideta li jinan tê kirin îqtidara AKP'ê ye û ji bo Sozer, Taş û Donmez a ku di heman rojê de hatin kuştin jî destnîşan kirin ku kiryarên wan daraza mêrî û kesên ku Peymana Stenbolê dane ber nîqaşê ne.    * Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê bertek nîşanî qanûna ku pêşî li ber tayinkirina qeyûman a ji bo komeleyan vedike dan û gotin: "Modela qeyûm veguheriye awayê rêvebirinê."    * Li Bazîdê esnafên bazara gel ku ji ber krîza aborî û şewbê êdî nikarin tu karî bikin, diyar kirin ku tekane hêviya wan deriyê sînor e.    * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran dê li Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe û mijarên di rojevê de binirxîne. (11.00)   * Komeleya Jinan a Star dê li Wanê têkildarî cînayetên jinan ên di sala 2020'an de pêk hatin daxuyanî bide. (11.00)   * MEBYA-DER rapora sala 2020'an dê bi daxuyaniyek a li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolû bi raya giştî re eşkere bike. (12.00)   * Rêxistinên ciwanan ên li Edeneyê dê derbarê zext û polîtîkayên sîxûriyê li Şaxa ÎHD'a Edeneyê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   * Platformên Jinan ên Edene û Mêrsîn dê têkildarî kuştina jinan daxuyanî bidin çapemeniyê. (14.00)