'Ji bo derziyan divê civak bê serwextkirin' 2020-12-31 09:09:18 ENQERE - Derziyên Covîd-19'ê yên jî Çînê hatin dê li Navendên Tenduristiyê yên Malbatê li mirovanan bên xistin. Serokê Baskê Bijîşktiya Malbatê ya TTB'ê Emrah Kirimli, anî ziman ku hem şert û mercên van navendan hem jî hejmara xebatkarên wan kêm in. Kirimli, destnîşan kir ku xwesteka wan nêvengeke biewle ye ku hem ew nexweş nekevin hem jî nexweşên wan nexweş nekevin.  Derziyên Covîd-19'ê yên şîrketa Sînovacê yên Çînê hatin Tirkiyeyê. Heya niha 3 milyon doz hatine Tirkiyeyê. Pêşî wê xebatkarên tenduristiyê, mirovên temenê wan 65 û di ser 65 salan re bê xistin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, di 24'ê Kanûnê de gotibû ku dê derzî li Navendên Tenduristiyê yên Malbatê li mirovan bê xistin.    Serokê Baskê Bijîşktiya Malbatê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Bijîşk Emrah Kirimli, bal kişand ser rewşa Navendên Tenduristiyê yên Malbatê û pêvajoya derzîkirinê.    PLANSAZÎ DIVÊ   Kirimli, bibîr xist ku Wezîrê Tenduristiyê Koca gotibû wê derba ewil 50 milyon derzî bînin û ji ber ku wê serê kesekî du caran bê lêxistin ev tê wateya ku dê 25 milyon kes bê derzîkirin. Kirimli, destnîşan kir ku lê belê ji bo ku civak li ber vê nexweşînê karibe xwe hilgire divê ji sedî 60-70'yê Tirkiyeyê bê derzîkirin û got: "Em naxwazin pirsgsirêkên ku di dema derziyên ji bo grîpê hatin serê me, ji bo Covîd-19'ê jî bên serê me. Ev yek divê li gor rehbera Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bê kirin. Lê ji ber ku agahiyên zelal tune ne û ji ber ku em nizanin, her kes bifikar e. Divê ez zanibim wê kî bê derzîkirin. Ji bo vê jî agahiyeke şefaf û zelal divê."    NEHATIN SERWEXTKIRIN   Kirimli, parve kir ku heya niha tu agahî bi bijîşkên malbatê re nehatine parvekirin û got: "Em ji çapemeniyê hîn dibin bê wê kengî bê kirin. Helbet divê derzî li Navendên Tenduristiyê yê Malbatê li mirovan bên xistin. Ev qadeke me ya pisporiyê ye. Piraniya derziyên Tirkiyeyê em li mirovan dixin. Ji bo pêşî li ber cihêkariyê û newekheviyê bê girtin jixwe divê derzî li van navendan li mirovan bên xistin. Lê belê li Tirkiyeyê ev navend bi destên dewletê nayên çêkirin. Mesela, li Stenbolê ji 3 Navendên Tenduristiyê yê Malbatê yek jê jêrzemîna avahiyekê ye. Ji bo derzîkirinê çendî ku bihêz bin jî, lê belê mekanê fizîkî ne têkûz e. Her wiha îhtimal ji milyonê yek be jî, lê îhtimala ku reaksiyona alerjîk rû bide heye. Lewma divê ev navend karibin mudaxileyî vê yekê bikin. Bandorên din ên derziyê çi ne, çima divê bên şopandin? Divê berê plansaziya vana bê kirin û civak bê serwextkirin."    JI BO 4 HEZAR NEXWEŞAN BIJÎŞKEK Û HEMŞÎREYEK    Bijîşk Kirimli, destnîşan kir ku hejmara xebatkarên tenduristiyê yên li Navendên Tenduristiyê yê Malbatê kêm in.    Kirimli got: "Mesela, ez bibêjim 4 nexweşên min hene. Ev tê wateya ku ji bo 4 hezar nexweşan, bijîşkek û hemşîreyek dikeve. Lewma hin derzî hene divê em li zarok û jinên ducanî bixin. Xizmetameya polîklînîkê ya rûtîn heye. Em wê xizmeta tenduristiyê ya hatiye taloqkirin pêk tînin. Ev der qet nehat girtin. Ne mesaiyeke elestan çêbû ne jî me polîklînîk girt. Lê dîsa jî me di warê enfeksiyonê de perwerde nedît. Tevdîr nehatin girtin. Em li gor derfetên xwe vî karî didomînin. Yanî piştgiriya me nayê kirin."    Kirimli, bal kişand ser awayê fizîkî yên Navendên Tenduristiyê yê Malbatê û ji ber vê zor û zehmtiyên di dema derzîkirina zarokan û jinên ducanî de bi wan re rû bi rû dimînin.    Kirimli got: "Jixwe qada me qadeke teng e. Wextê me kêm e. Lewma me ji bo zarokan wexteke taybet veqetandiye. Hma bibêje hemû navendan tiştekî wiha kir. Ev der, daîreya apardûmanekê ye û tenê deriyekî wê heye. Derfeteke me ya ku em zarok û jinên ducanî di deriyekî din re bînin tune ye. Em jî navendê digirin, di hin saet û wextên ku me diyar kiriye de tenê li zarok û jinên ducanî dinerin. Bi vî awayî, me bi derfetên xwe tiştek werê çêkiriye. Wezaret tu rehberiyê nake."    Kirimli, destnîşan kir ku ji bo her kes karibe bi awayekî wekhev û ewle bê derzîkirin, divê rewşa heyî bê guherandin.    DERZÎKIRINE BIEWLE   Kirimli, bilêv kir ku ji meha Adarê heya niha ew xebatkarên tenduristiyê perîşan bûne û got: "Di vê demê de hin pirsgirêkên biçûk hene, ku em dixwazin bên helkirin. Dikarin bên çareserkirin. Dibû ku derzî nehatana peydakirin. Ev problemeke mezin e, lê niha di dest me de derziyeke bibandor heye. Ên dixwazin li xwe bixin jî hene. Lê ev yek, divê bi awayekî rêk û pêk bê kirin. Di warê awayekî wekhev ê derzîkirinê de Navendên Tenduristiyê yên Malbatê de cihekî rast e. Lê navendên heyî di warê fizîkî û hejmara xebatkaran de têr nakin. Em doza derzîkirina biewle dikin."   Kirimli destnîşan kir ku hem şert û mercên van navendan hem jî hejmara xebatkarên wan kêm in û xwesteka wan nêvengeke biewle ye ku hem ew nexweş nekevin hem jî nexweşên wan nexweş nekevin.    MA / Zemo Aggoz