Tevgera Deyndarên KYK'ê: Em li benda betalkirina deynên xwe ne 2020-12-31 09:11:11 STENBOL - Endamên Tevgera Deydarên KYK'ê anîn ziman ku krediya hînkariyê ya KYK'ê ne tercîhek e, mecbûriyetek e û gotin: "Heger deynê me neyê xerakirin em ê ber bi Enqereyê ve bimeşin."  Heya niha ji 5 milyonan zêdetir xwendekar krediya hînkariyê ya Saziya Kredî û Wargehan (KYK) wergirtine. Hejmara xwendekarên ku nikarin heqê krediyê bidin û hecz çûye ser wan jî 300 hezar e. Herî dawî Partiya ÎYÎ'yê ji bo vê pêşnûmayek dabû ber Meclîsê, lê belê bi dengên AKP-MHP'ê hatibû redkirin.    Xwendekarên ku ketine ber vî deynî Tevgera Deyndarên KYK'ê ava kiribûn. Endamên tevgerê li gelek qadan bang dikin û daxwaz dikin ku deynên wan bê xerakırın.    NE TERCÎH E, MECBÛRÎ YE    Xwendekarê Fakulteya Ragihandê ya Zanîngeha Kocaeliyê û endamê Tevgera Deyndarên KYK'ê Îbrahîm Keskîn, ji bo betal nemîne û debara xwe bike xwendiye. Keskîn, bilêv kir ku lê belê nikare debara xwe bike. Keskîn, bilêv kir ku krediya KYK'ê ne tercîhek e, mecbûriyetek e û got: "Em malbateke xizan û 10 kulfet in. Ma bûrs ji min re derneyê dê ji kê re derkeve? Bi vî awayî min serî lê da. Lê bûrs nehat, kredî hat."    BAZIRGANÎ YE    Keskîn, bilêv kir ku ew û du hevalên xwe di xaniyekî de dimînin û heqê kirêya wan hezar û 600 TL ye û krediya distînin jî bi temamî didin heqê kirê. Keskîn, anî ziman ku ji bo ku karibe debara xwe bike ji derdora xwe deyn dike û got: "Piştî zanîngehê kuta bikim, dê 1.4 faîz bê ser krediyê. Lewma naxwim mezûn bibim. Îqtidar, wekî deriyê bazirganiyê li xwendekaran û ciwanan dinere."    'EM Ê BIÇIN ENQEREYÊ'   Endama Tevgera Deyndarên KYK'ê Merve Bektaş jî anî ziman ku malbata wê malbateke xizan e û di malê de tenê wê xwendiye. Bektaş, destnîşan kir ku ji mecbûrî kredî wergirtiye û got: "Li Tirkiyeyê her kesê ku zanîngehê kuta dike kar bi desta nakeve. Jixwe gava em mezûn dibin em deyndar in."    Bektaş, bilêv kir ku krediya distîne jî pê heqê wargehê, çûnhatinê û mesrefên dibistanê dide û tenê 50 TL jê re dimîne.    Bektaş, bang li xwendekarên ku deynê KYK'ê li wan e kir ku tevî Tevgera Deyndarên KYK'ê bitêkoşin û got: "Em soz an jî mzigîniyekê naxwazin, em qanûnê dixwazin. 14 caran pêşnûmaya ji bo vê qanûnê hat Meclîsê, her 14 caran jî hat redkirin. HDP, SP û Partiya ÎYÎ'yê pêşnûma dan ber meclîsê, bi dengên AKP-MHP'ê hat redkirin. Em dixwazin tevahiya deynan bê xerakirin. Em dizanin ev daxwazeke pir maqûl e. Heger hevdîtinên me nebaş derbas bibin, em ê berê xwe bidin Enqereyê, ber Meclîsê. Em dixwazin her kes piştgiriya vê tevgerê bike. Me dît, gava dibin yek bê em dikarin çi bikin."    9 HEZAR TL FAÎZ    Gurkan Dogan jî anî ziman ku di sala 2018'an de mezûn bûye û gava xwendekar bû ye 14 hezar TL krediya KYK'ê girtiye, lê belê niha bûye 23 hezar TL. Dogan, xwest rojek berî rojekê deynê wan bê xerakirin û got: "Divê derbarê xwendekaran de hin tişt bên kirin. Ji bo vê ji destê me jî çi bê em ê bikin."    MA / Berna Kîşîn