'Modela qeyûm veguheriye awayekî rêvebirinê' 2020-12-31 09:12:17   AMED - Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê bertek nîşanî qanûna ku pêşî li ber tayinkirina qeyûman a ji bo komeleyan vedike dan û gotin: "Modela qeyûm veguheriye awayê rêvebirinê."    "Teklîfa Qanûna Derbarê Pêşîlêgirtina Çekên Komkujiyê de" di 27'ê Kanûnê de li Meclîsê hat qebûlkirin" û berpêşî Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan hat kirin. Bi vê qanûnê re dê serokomar karibe qeyûm tayinî rêxistinên civaka sivîl, weq û komeleyan bike û her wiha wê karibe dest deyne ser mal û milkên wan jî. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê jî nerazîbûna xwe ya li dijî vê qanûna heyî anîn ziman.    Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, anî ziman ku bi KHK'yan bi hezaran kome, weqf û sendîka hatine girtin û êdî ev pêkanîn veguheriye modelekê. Aydin got: "Modela qeyûm a ku di rêveberiyên herêmî de pêk tînin, dixwazin li ser rêxistinên civaka sivîl jî pêk bînin. Îqtidar, li hemberî hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesên muxalif şer daye destpêkirin. Niha wesfên dewleta hiqûq, demokratîk û civakiyî ya Tirkiyeyê nemane. Ber bi totalîterbûyînê ve diçe. Ev pergal ji be rku êdî kes wê qebûl nake, ji bo pêkanînên antîdemokratîk mewzûatan diafirîne. Êdî rim di têran re hilnayê."    ‘KUÇE YÊN ME NE'    Sekreterê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê ya Amedê Dogan Hatûn, anî ziman ku qanûnan navbirî ji bo ku civaka sivîl bêdeng bike hatiye derxistin. Hatûn, destnîşan kir ku tu hêleke wê ya demokratîk tune ye û qanûneke bêhiqûqî ye. Hatûn got: "Tenê armanceke vê qanûnê heye, ew jî tepisandina muxalefetê ye."    Hatûn, bilêv kir ku heger qeyûm tayinî sazî û dezgehan bê kirin jî dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û got: "Ji îqtidarê weye ku ev kar qediyaye, lê dixafile. Ji lewra kuçe yên me ne."    VEGUHERÎ AWAYÊ RÊVEBIRIYA QEYÛM    Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyî (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken, destnîşan kir ku îqtidar hewldanên tayinkirina qeyûm ên îqtidarê êdî veguheriye awayekî rêvebirinê û dibe ku di pêş de qeyûm tayinî şendîkayan jî bê kirin.    ‘DIVÊ MUXALEFET LI HEV KOM BIBE'    Guldîken, destnîşan kir ku hemû dînamîkên civakiyî divê li dijî îqtidarê li bin heman sîwanê bên cem hev du û got: "A bê windakirin tenê dê ne rêxistineke civaka sivîl be. Êdî em ê nikaribin biaxivin. Heger muxalefet neyê cem hev du, dê rojên zilûmatî li benda me bin."