Gundî: AKP dewletê dide pişt xwe û li dijî gundiyan biryaran digire 2020-12-31 11:12:53 MÊRDÎN - Di navbera gundiyên Kertwên û Arbetê yên Nisêbînê de ji ber merg û zeviyan şer derketibû. Gundiyan diyar kirin ku piştî Latîf Ozel bû Serokê AKP'ê yê Navçeya Nisêbînê, hêza dewletê dide pişt xwe û zorê li şaredariyê dike ku li dijî gundiyan biryarê bistîne.  Li gundê Kertwên û Arbetê yên Navçeya Nisêbînê ji ber mêrg û zeviyan di 14'ê Kanûnê de şer derketibû. Dema şivanên Gundê Kertwênê, pez birûbûn çêrê, 3 kesên gundê Arbetê bi çekan êrîşî şivanan kiribûn.  Welatiyê gundê Arbetê Abdullah Ozel ku di heman demê de cerdevan e û xizmên wî Fikret Ozel û Nusrettin Ozel bi çekên cerdevaniyê êrişî şivanan kiribûn. Di êrîşê de şivan Selahaddin Îpekten ji piyê xwe birîndar bûbû. Erîşkar Abdullah Ozel jî hatibû binçavkirin.    Dema welatiyên cerdevan hatin binçavkirin, Muxtarê Arbetê Haci Nezîr Ozel, dema bang li Qeymeqamiya Nisêbînê kirin, welatiyên Kertwênê rêya wî girtin. Dema gundiyan rê girt, Ozel dest avêt çekê û çek li gundiyan kişand û gundiyan ew kêr kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê bi hinceta êrîşî Muxtar Ozel kirine 9 kes binçav kirin. Cerdevanê Arbetê Abdullah Ozel  ê li gund êrîşî şivanan kir û 9 gundiyên Kertwênê yên êrîşî muxdar kirin, li dadgehê hatinr girtin û şandin girtîgehê.    Gundiyan anîn ziman ku piştî di sala 2016'an de Mehmet Latîf Ozel ê ji gundê Arbetê bû Serokê AKP'ê yê Navçeya Nisêbînê, niqaşên di navbera gundiyan de zêde bûn. Ji bo zelal bibe ku mêrg û zevî aydî kê ne, vê carê şaredariyên ku qeyûm tayîn  kirine xistin meriyetê. Di sala 2019'an de ji ber mêrgê di navbera 2 gundan de şer derketibû. Şaredariya Nisêbînê piştî di 28'ê nîsana 2020'an de ket destê qeyûm, dîsa sînorê di navbera 2 gundan de zelal nekir. Xwestin Midûriyeta Tapu û Kadastro gavan bavêjin. Lê di 4'ê Hezîranê de li şûna Midûriyeta Tabû û Kadastro vê carê şaredariya Nisêbînê ku ketibû destê qeyûm biryar da ku mêrg aydî Gundê Arbetê ye.    Gundiyên Kertwênê anîn ziman ku şaredariyê bi zextên Serokê AKP'ê yê Nisêbînê Mehmet Latîf Ozel ev biryar girtiye û biryar îtîraz kirin. Li ser îtîrazê Midûriyeta Giştî ya Tabû û Kadastro ya Wezareta Bajarvanî û Derdorê anî ziman ku biryar ne rast e û nivîsa hişyariyê ji Midûrê Herêmê Mustafa Çuha re şand. Xwest şaredarî biryarê negire û ew bibe înîsiyatif. Li gel vê yekê welatiyên gundê Arbetê yên ji malbata Ozel ên cerdevan, biryara şaredariyê esas girtin û ketin û derketina mêrg û zeviyan xistin kontrola xwe. Ev yek bû sedem ku rageşî û şer bidome.    GUNDÎ: SEROKÊ AKP'Ê SOR DIKE    Li ser vê yekê Ajansa Mezopotamya (MA) bi welatiyên herdu gundan re axivîn. Gundiyên Kertwênê û Arbetê yên nexwestin navê xwe bidin anîn ziman ku berê di navbera gundiyan de pirsgirêk tune bû. Gundiyan diyar kirin ku kengî Mehmet Latîf Ozel  bû serokê AKP'ê yê Nisêbînê alozî û şer dest pê kir. Gundiyan dan zanîn ku malbata Ozel hêza dewletê dide pişta xwe û bi destê şaredariyê biryaran dide girtin. Gundiyan anîn ziman ku har sal zeviyên gund bi kirê didan Koçeran û 250-300 hezar tl qezenç dikirin û gundiyan ev pere di nava xwe de dabeş dikirin. Gundiyan bibîr xist ku piştî Latif Ozel bû serokê AKP'ê bi zanebûn aloziyê pêş dixin û sor dikin.      MA / Ahmet Kanbal