Parêzer Ozen: Ewil biryara DMME’yê belav kirin, dûre Guven ceza kirin 2020-12-31 11:24:49 AMED - Parêzer Şivan Cemîl Ozen, bi bîr xist ku dadgerên Tirk ewil biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de belav kirin û dûre Leyla Guven ceza kirin, ji ber ku dizanîn di biryarê de nirxandina KCD’ê heye.     Parêzerê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven Şivan Cemîl Ozen, 22 sal cezayê girtîgehê yê li Guven hat birîn, awayê girtina wê û pêşketinên dûre rû dan, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.   Ozen, bal kişand ser girtina Leyla Guven û wiha axivî: “Bi hincetên ‘endamtiya rêxistinê’ û 2 car ‘propagandeya rêxistinê kirin’ cezayê girtîgehê li Guven birîn. Lê di rastiyê de, Geven ji ber ku KCD bi daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin ceza kirin. Di îdîanameya dozê de jî ev îdîa cih digire û tê gortin ku KCD bi fermana Ocalan hatiye avakirin.”     ‘BELGE HENE’   Ozen, anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê de KCD hatibû qebûlkirin, ji bo resepsiyona Meclîsê hatibû vexwendin û li gorî Qanûna Bingehîn hemû xebatên wê hatibûn qebûlkirin. Ozen, têkildarî pozisyon KCD’ê jî ev nirxand kir: “KCD saziyeke ku komxebatên rayedarên dewletê, musteşarên Teşkîlata Îstîxbareta Mîllî (MÎT) û parlamenter tevlî dibûn her tim li dar dixistin. Belgeyên van hemûyan jî hene.”    ‘DIVÊ ERDOGAN JÎ BÊ DARIZANDIN’   Ozen, da zanîn ku KCD saziyek fermiye û wiha got: “Divê ji ber xebatên KCD’ê tu kes neyê darizandin. Lê ger darizandinek hebe jî, divê ewil Cemîl Çîçek, Recep Tayyîp Erdogan û Ahmet Davûtoglû bên darizandin. Ji ber ku KCD ne binesaziyek veşartiye û ji aliyê hemû saziyên dewletê ve hatiye vexwendin. Dîsa di şandeya Îmraliyê de cih girtiye. Li Meclîsê hevdîtin kiriye û beşdarî xebatên Qanûna Bingehîn bûye.”    ‘BIRYARA DEMÎRTAŞ ZANÎBÛN’   Ozen, dest nîşan kir ku berî biryara girtina Guven bê dayîn, biryara DMM’yê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de dihat zanîn û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê dadgerê Tirk ewil biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de belav kirin û dûre Leyla Guven ceza kirin. Ji ber ku dizanîn di biryarê de nirxandina KCD’ê jî heye. Tê diyar kirin ku Dadgera Tirk Saadet Yuksel a li DMME’yê di biryara Demîrtaş de tekane dengê red bi kar aniye biryar bi dîzî aşkere kiriye. Ji ber vê biryara têkildarî KCD’ê jî dihat zanîn. Berî Birêz Guven bê cezakirin, ji bo parastinê me dem xwest. Lê dadgehê ji bo parastina Guven ev dem ne da me. Dadgehê jî dizanî xebatên KCD’ê ne sûcin ji ber vê destûr neda ku em parastinê bikin.”   MA / Mehmet Erol