Komîsyona OHAL’ê 99 hezar serlêdan red kirin 2020-12-31 12:39:37   ENQERE - Komîsyona Lêkolînê ya OHAL’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 126 hezar û 630 serlêdanan 99 hezar û 140 red kirin û 13 hezar û 170’ê jî qebûl kirine.   Komîsyona Lêkolînê ya Kirarên Rewşa Awarte (OHAL) têkildarî biryarên ku heta niha dane daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji 126 hezar û 630 serlêdanên li komîsyonê hatine kirin 13 hezar û 170 hatine qebûlkirin û 99 hezar û 140 jî hatine redkirin.   Bi KHK’yên ku di çarçoveya OHAL’ê de hatin weşandin 125 hezar û 678 kes ji peywîra cemaweriyê derxistin. Li gel 3 hezar û 213 rutbe girtin, 270 têkilliya xwendekarên derveyî welat birîn, girtina 2 hezar û 761 sazî û dezgehan, 131 hezar û 922 kirarên bi tedbîr hatine pêkanîn.   Di nava 3 salan de Komîsyonê derbarê nêzî ji sedî 89 serlêdanan de biryar daye. Weke din jî ji bo 3 hezar û 520 dosyayan jî biryara pêş lêkolînê da.