Xebatkarên tenduristiyê hempîşeya xwe bibîr anîn 2020-12-31 13:48:06   WAN – Xebatkarên tenduristiyê li Wanê hevpîşeya xwe Ozlem Şahîn a ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da bibîr anîn.    Xebatkarên tenduristiyê li Wanê hevpîşeya xwe Ozlem Şahîn a li Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê hemşîretiyê dikir û ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dabû bi çalakiyek bibîr anîn. Çalakiya bîranînê li ber nexweşxaneyê pêk hat û Hevserokê Şaxa SES’ê Fîgen Çolakoglû û Zekî Seven û kedkarên tenduristiyê beşdarî bîranînê bûn. Xebatkarên tenduristiyê wêneyên Şahîn bi ber dilê xwe ve daliqandin û pankarta “Em di şînê de ne û ji bo em bidin jiyandin divê em bijîn” vekirin. Ji bo Şahîn û xebatkarên tenduristiyê deqîqeyek rêz hat girtin û pişt re jî qerenfîl danîn odeya xebatê ya Şahîn.