Eskeran li Rûbarokê ciwanek birîndar kir 2021-01-01 07:59:53   COLEMÊRG – Li Gundê Çemêkurk ê girêdayî Navçeya Rûbaroke ya Colemêrgê eskeran li ser Reşît Ekîncî gule reşandin û Ekîncî birîndar kirin.    Li Gundê Çemêkurk ê Navçeya Rûbaroke ya Colemêrgê şevê din eskeran li ser welatî Reşît Ekîncî gule reşandin. Di êrîşa eskeran a çekdarî de welatî Ekîncî birîndar bû. Şahidê bûyerê diyar kirin ku li Gundê Çemêkurkê komek ciwanên xwestin li girê Celikan derkevin seyranê, eskeran li ser wan gule reşandin. Şahidan, anîn ziman ku eskerên qereqola nêzî bûyerê bang li ciwanan kir û çend ciwan cûn cem eskeran û diyar kirin ku hatine seyranê. Gundiyan anîn ziman ku hevalên wan ên din jî gundî ne. Li gel vê yekê eskeran li ser wan gule reşandine û di gulebaranê de welatî Ekîncî birîndar bûye. Gundiyan da zanîn ku welatî Ekîncî ji serê xwe ve birîndar bû lê li gel vê şekê şûna wî rakirin nexweşxaneyê, fermandar neheqî lê kiriye.    Parlamenterê HDP'ê Saît Dede jî li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û got: "Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê welatiyên me yên çûn seyranê, eskeran li ser wan gule reşandine û êrîşa eskeran şermezar kir.