ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-01 09:00:28 * Nûnerên rêxistinên jinan, diyar kirin ku dê têkoşîna wan a di sala 2020'an de li dijî êrîşan dabûn destpêkirin, di sala 2021'ê de hîn dorfirehtir û bihêztir bibe. * Bav Şebap Doner ku cenazeyê kurê wî ji Goristana Xerzanê hat derxistin, li bendê ye ku hestiyên kurên wî yên li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de hatine veşartin teslîmî wî bên kirin.    * Parêzera Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî Ezgî Gungordu, ji bo îdiayanameya Kobaniyê ku piştî biryara DMME'yê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de hat amadekirin got: "Em li bende hemleyekê bûn, lewma em ne heyirîn."    * Jinan nerazîbûna xwe ya ji bo girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven anîn ziman û gotin: "Leyla, dengê demokrasî, aştî û biratiyê ye. Ew li hundir, em ê jî li derve bibin dengê jinan."    * Mele Alî Akdag, ji ber nimêja cenaze kiribû hatibû girtin. 6 sal û 3 meh cezayê ku dadgehê lê birîbû, ji aliyê dadgeha îstinafê ve hat qebûlkirin. Keça wi Sabuha Akdag, nerazîbûna xwe ya ji bo vê anî ziman û got: "Bavê min çi kiriye, ma mirov kuştiye?"    * Qeymeqamiya Geverê derbarê malên hin malbatan de biryara xerakirinê daye. Malbatan diyar kir ku ew ê di hewa sar de bêmal bimînin û gotin: “Çima vê zilmê li rewa dibînin.”