Şêniyên Geverê: Çima vê zilmê li me dikin? 2021-01-01 09:02:17   COLEMÊRG – Qeymeqamiya Geverê derbarê malên hin malbatan de biryara xerakirinê daye. Malbatan diyar kir ku ew ê di hewa sar de bêmal bimînin û gotin: “Çima vê zilmê li rewa dibînin.”    Qeymeqamiya Navçeya Geverê ya Colemêrgê bi hêceta “li qadên mera û hazîne xanî çêkirine” derbarê 150 avahiyan de biryara xerakirinê da. Şefîtiya Hiqûqê ya Qeymeqamiyê di 16’ê kanûna 2020’an de biryara xerakirinê girtiye û teblîxname ji 30 malbatên li taxa Esenyûrtê re şandiye û ji wan hatiye xwestin heta nîsanê xaniyên xwe vala bikin. Malbatan teblîxan îmze nekiriye. Malbatan bertek nîşanî biryara qeymeqamiyê da.    ‘EM Ê DESTÛR NEDIN’    Ji şêniyên taxê Naciye Çalli diyar kir ku ew ê bi vê biryarê mexdûr bibin û wiha got: “Em ê li dijî vê biryara xerakirinê li heqê xwe bigerin. Min pencarê firot û xaniyê xwe çêkir. Ez ê nehêlim xaniyê min xera bikin. Ji bo xaniyê xwe ez ê her tiştî bikim. Me bikujin jî em ê dest ji xaniyê xwe bernedin. Ji bo wan dibe şûna xaniyên me ne ye me be, lê belê ev der axa me ye. Jixwe rewşa me aborî nebaş e, niha jî xaniyên me xera dikin. Em bi zorê xwe xwedî dikin. Çima vê zilmê li ser me rewa dibînin? Wê me mexdûr bikin û vê sir û seqemê me li derva bihêlin. Bila rêya çarseriyê bibînin û em jî mexdûr nebin.”    ‘BILA ME BIKUJIN ÇÊTIR E’    Bacî Çelçok jî anî ziman ku dema wan xaniyê xwe lê kiriye erazî girêdayî gundê Herink bûye û wan ji xwe re kiriye û di encama keda 15 salan a kurê wê de vî xaniyî ji xwe re lê kirine. Çelçok destnîşan kir ku ew li dijî biryara xerakirinê ne û got: “Wê ewqas zar û zêç derxin derve. Li şûna malên me xera bikin bila hema dermanê jehriyê li bikin û me bikujin çêtir e. Bila bi kepçeyan kavilê malên me biavêjin ser me. Qeymeqam nabêje wê ev însan çi bikin? Milet tirsandine û cergê me sotine. Bila vê zilmê nekin.”